SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Emerîka dev ji Barzanî bernedaye û Kurdistan jî nefirotiye kesî!

barzani-pesmerge-ile-cephede-bayramlasti-7519216_2853_mEmerîkiyên ku bi her haweyî dixwazin Barzanî wek wan bike û Barzanî jî di gelek pirsgirêkan de wek xwe dike, Barzanî ji holê ranakin; ranakin dibêjim ji ber ku bêyî Barzanî wê nikaribin di Iraq û Kurdistanê de bijîn. Emerîkî bi xwe vê gotinê dibêjin. Li gora giregirên wan heger hat û başûrê Kurdistan û Iraq ji dest wan derket, wî çaxî jî wê cihê emerîkiyên ku ji van deran dirêjî temamê herêman dibûn nemîne; projeyên wan têk biçin û di hindurê 30-40 salekî de jî dawî li dewleta Israîlê bê. Îcar helbet Barzanî jî hesabê eva ku di rojekê de ji emerîkiyan re kare çewt bizivire û emerîkî ji herêmê birevin kiriye. Ji xwe ew hesabe ku îro li ser serê wî mij û dûman, qîr û qiyamet û hewar û halan e!

Barzanî bi ser ketibû! Lê belê mala bê bextî û xwefiroşiyê ne ava be. Heger piraniya serkêşên YNKa ku ji malwêrankirina Barzanî û barzaniyan pê ve li tiştekî din ne difikirîn baya, ji dêvla  vî şîn û giriyê miletê kurd îro, wê li her derê welêt kêf û xweşiyên damezrandina dewleta Kurdistanê baya!

Bazarî bi bêbextiyê re nabe; û sed mixabin serkêşên YNKê bi Barzanî re careke din bêbextî kirin.

Dawî wê çi bibe?

Pevçûna di nav koboyên emerîkî û barzaniyên bi şal û şapik de bi haweyê dehf û likumandinê didome. Yanî Barzanî bêyî ku ji şêwr û mişêwran fik, û ji tiştên di dest xwe de bibin, wê ev pevçûn heta ku emerîkî li Kurdistan û Iraqê bin bidome. Ez bi xwe bahwer nakim ku Emerîka ji Kurdistan û Iraqê derkeve. Kî bihêle, israîl nahêle. Dewleteke kurdî man û nemana Israîlê ye. Niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)