SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Emerîkiyan di dawiyê de li Barzanî guhdarî kirin!

barzaniDesthilatdarên emerîkiyên ku ji daxwaza Barzanî a dewletbûyinê bi jehrî ketibûn û bi haweyê ku guhê wî bikişînin li pişt Elîwelîyellahan rawestiya bûn, mafir bi paş ve gav avêtin û biryara ku her tişt bê sêhra berê fermannameyek dan serokê çeteyên iraqê Ebadî!

Îcar li gora hin siyasetgerên sermezin, heger ne ji afata şerê ku pêşmergeyan di çend roj berê de li Pirdê bi serê pasdarên îranî û çeteyên Ebadî  de anîbûn  baya, emerîkiyan jî wê wilo bi lez û bez ew girêza xwe a lewitî ne alastibana.

Emerîkî careke din tê gihan ku Barzanî ne gepeke ku bi hêsanî bihata daqurtandin. Barzanî bi prensîpên xwe ên kurdane û helwesta xwe a serxwebûn û azadiyê, temamê miletê kurd daye pişt xwe.

Emerîkî, ewrupî û rûsî li qehremaniya şerê ku pêşmergeyan di bin serfermandariya Barzanî de bi çeteyên Îran, Tirkî û Iraqê re li Pirdê kiribûn matmayî mabûn! Di wî şerê ku heger pêşmerge têkçûbana de, Hewlêr, Silêmanî û temamê Kurdistanê têk diçû,  Barzanî di serî de sekinibû û bi qîr û halanan di nav agirê dojeha Xweda û Şeytanên Rohilata Navîn de bi vir de û wir de ha ha disûrikî! Eha serokên kurd divê wilo mêrxas bin, da barbarên dinyayê itibarê bi cewê kurd bikin.

Erê, dema ku yekitiya miletî bi jîr û zanahî û cesareta serkêşan re bû yek, milet bi ser dikeve. Qed mereqan mekin, em dibin dewlet!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)