SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Sipas Benjamîn Netanyaho!

natanBi rastî jî cihû miletekî jîr û zana û mezin in! Ew cihûn e ku ji wê roja bûne dewlet û heta roja îro, fêhm kirine ku heger bi kurdan re nebin yek, ne ew û ne jî kurd bi tena serê xwe, wê nikaribin bi miletî xwe li himberî ereb, faris û tirkan rabigrin û heta bi heta bijîn!

Di gel ku, ji bilî PDKê,  hema hema temamê rêxistinên kurdan ji salên 1970î û vir ve, mîna erebên herî hov û barbar bûbûn êrîşbazên siyonîzmê û pîsiya misilmên û xweliya dinyayê bi ser serê xwe dakiribûn, cihûyan jî her tim xwe nêzîkî kurdan kiribûn û li dostaya wan geriyabûn.

Desthilatdarên Israîlê, di van rojên ku bi serhildana Barzaniyê dewletxaz re dinya li ser serê kurdan rabûbû, li her welatî bi dîplomasiyeke berfireh tevgeriyan û bi qasî ku ji rûsan daxwaza di ser Sûriyê re bi balefiran li Kerkûkê biajon ser pasdarên Îran û Hejda çeteyên Ebadî bikin, himbêza xwe ji kurdan re vekirin!

Sipas Netanyaho! Bijî Israîl! Her bijî miletê cihû!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)