SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kurd û Barzanî!

mesut barzani süleymaniye mitingiFînlandiyên ku rûsan welatê wan di sala 1809an de ji swêdiyan stendibûn û hema pê re jî otonomiyeke berfireh bi dest xistibûn, di qernê bîstan de ji geremola şerê Lenîn û Çar fêde kirin û bi qeweta zend û bendên xwe bûn dewlet, 4 milyonek bûn.

Dîsa ew fîlandiyên ku kesî alî wan nekiribû, di Şerê Cîhanê yê Duduyan de li himber rûsan du şer, û li himberî elemanan jî şerekî mezin li dar xistibûn û pişta her du dewletan jî tewandibûn. Di şerê bi rûsan re deh hezar fînî û sed hezar jî rûsî hatibûn kujtin. Yanî yek bi dehan. Îcar em kurd çima hinekî jî wilo li stratejiya xwe ya berxwedanî nanerin! Em ne 4, em 40 milyon in! Û bi ser de jî dijminên me ne rûs û eleman, kûçik mûçikên Rohilata Navîn in. Him em ne bi tenê ne jî, weh!

Emerîkiyan dev ji stratejiya xwe a Rohilata Navîn bernedane ku heta dev ji kurdan jî berdin. Tiştên ku emerîkî dikin û bi me nexweş tên taktîk in. Emerîkî bi van taktîkan ji aliyekî ve dixwazin faris baş xwe bi nav başûrê welêt ve berdin û ji aliyê din ve jî kurd û şîîyan berdin pêxêla hev da karibin barzaniyan jî mîna PYDê bi hefsar bikin, li herêmê şerekî qut î grover derxînin û ji vir û wir ha ha talan bikin. Mesele hemû ev e. Emerîkî Kerkûkê teslîmî farisan nakin. Ew bikin jî ewrupî, israîlî, rûsî û siûdî qebûl nakin.

Mercên ku parlamentoya başûrê Kurdistanê di bin sîha Barzanî re wek biryar pêşkêşî Ebadî kirine jî taktîk in. Di pevçûnan de mirov her tim ne li pêş e. Çelq û pelq bi paş û pêş in. Bazdan bi rûniştin û terpilandine. Hinekî desthilanîn, weh!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)