SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî yek gav jî bi paş de neavêtiye!

mesud_barzani_ocalanla_yazisiyoruz_h3478Piraniya ronakbîrên me ên ku di bin tesîra medyaya tirkan û wergera tirkiya şeqlovîzkî de li rewşa başûrê welêt dinerin û helwest û tevgerên rêzdar Barzanî rexne dikin, hîç li pişt xwe nanerin bê çiqasî qereqûşkî ajotine ser vî û wî û ji nîvê simbêlên xwe bûne.

Barzanî tu carî ne gotibû ku ez ê hema bi dû Referandûmê de banga dewleta kurdî bikim. ”ez ê bikim, lê kengî ez ê bikim, ez nizanim; ev bang wê li gora şert û mercan bibe!” Lê belê ji ber ku tirkên kurdqesas bi yek devî gotin ”Barzanî tifa xwe alast û referandûm cemidand”, ên me jî di wê nihêlê re xwe berdan û kevir û kuç di Barzanîî û barzaniyan de werkirin. F suphanellah ya rebî!

Dîsa ez ê ji we hemiyan re dibêêjim:

Tiştên ku îro dibin, her çiqasî ne li gora dilê me xuya bikin jî, di binyata xwe de, bayê serxwebûn û azadiya kurd gurtir kiriye û em bi miletî çend gavan bi pêş de birine. Stratejî nehatine guhertin, pir bi lez û bez taktîk hatine guhertin, û ha ha tên guhertin. Mesele hemû ev e.

Armanca ingilîz û emerîkiyan ku li herêmê êgir gurtir bikin. Û çiqasî agir gur bibe ewqasî jî li fêda kurdan e. Erebên sinî li ba kurdan, erebên şîî li ba farisan tam cihê xwe digrin, îan û her kes tê de wê şerekî qut î grover li dar bikeve ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)