SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Xwedê çawa bû Xwedê? Û Barzanî jî çawa kare bibe xwedî dewlet?

MeshudKurt û kurmancî, ê bûblanî ji ê stilîlî pirsî:

”Xwedê çawa bû Xwedê?”

Vê carê jî ê stilîlî ji ê bûblanî pirsî:

”Îcar ev mirov wê çawa karibe Xwedê ji meqêm bixîne gelo?”

 

Ku em bên ser heyvanê meselê û meseleyê bi haweyê stilîlkî û bûblankî şerh bikin:

 

Li başûrê Kurdistanê ji sala 1966an û vir ve, ji ber ku ên bi cehşitiyê rabûn cehşitî ji wan re ma, tew bi ser de jî destên wan hejanndin, cehşitî ji wir li welêt rast bû û di dil û hinavên dozger û serwerên kurdan de ha ha pêl veda,  rêya welatperweriya ku her kesî nas dikir, bi şivîlek û xaçerêkan ji ber kurdan winda kirin.

Yanî kurd wilo şevreşkî kirin ku, kurdên ku nizanîbûn bi kurdî, Kurdistan wek Tirkî, Iraq, Îran û Sûriyê didîtin, radihijtin tivinga dijminan û li ser navê kurdayetiyê kurd dikujtin, bi dijminan heta bi avaniyên xwe ên istixbarî û parlamentoyên xwe çêkirin û hwd.  bi kurdan wek kurd dan nas kirin û bi ser de jî ew kirin serek û rêberên kurdan. Navê vê sefalet û malwêranî ye.

 

Barzanî çawa kare bibe xwedî dewlet?

 

Li gora min pir hêsan e: Barzanî heta ku hûr û roviyên PDKê ji pîsiya tirkan û hûr û roviyên YNK û ên din hemiyan  jî ji pîsiya faris û ereban paqij neke, wê nebe xwediyê xwe û tiştekî!

Yanî wê nikaribe artêş û serokayetiyeke yek dengî û kurdane  pêk bîne. Ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)