SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ne Barzanî reviyaye û ne jî Emerîkayê dev ji Kurdistan û Barzanî berdaye!

bar”Ga dikeve kêr pir dibin!” lê bêyî ku gayê me bikeve kêr lê pir bûne, eha ev yeka han bi mirov zor tê!!

Di dinyayê de îro, wek ku desthilatdar û şêwirmendên emerîkî jî dibêjin, dijminên Emerîkayê ên herî mezin pêşî Bakurê Korê, Îran û dû re jî Tirkiye û temamê ometa Islamê ye.

Emerîkayên ku mezinahiyê li dinyayê dikin bi vê teknîka ku îro di destên dewleta Îran, Tirkî û dewletên ereban de ye, di destê Israîlê de çendî bombeyên atomî hebin, dîsa jî heger kurd nebin dewlet û Emerîka jî bi destê pêşî re li pişt kurdan û israîliyan nesekine, di bîst û çar seetan de wê Israîlê ji hev belav bikin. Israîl dibe ku bombeyên xwe ên atomî bi kar bîne, lê wê xwe jî biqedîne!

Îcar di roja îro de tu sebeb tuneye ku emerîkî ji Rohilata Navîn derkevin. Rohilata Navîn çimekî dinyayê ê herî bi xincire, emerîkî jî gava mezinê dinyayê bin wê ji vê herêmê dernekevin. Dernakevin, û ji ber ku heger ne bi qeweta kurdan be jî wê nikaribin mezinahiyê bikin, mecbûrî kurdan in.

Û li aliyê din Barzanî jî nereviyaye. Yek wexta wî a serokatiyê ji zû de qediyabû, dudu deshilatên emerîkî ji ber şexsiyeta wî a kurdî nema xwestin bi wî re deng û destêr bigerînin.

Bi van rûdanên dawî emerîkiyan xwestine ku kurd xwe bidin ser hev, desthilatdariyeke hevbeş û artêşeke yek deng biafirînin, da karibin di şerekî mezin de xwe li ser lingan bigrin û dewleta xwe ilan bikin!.

Barzanî ji dozê nereviyaye; ew bi lez û beziyeke kesnedîtî tevdigere, da rojekê berî rojekê pêşmergeyan hemiyan bide ser hev û serokatiyeke tebût pêk bîne. Barzaniyê ku bi van rûdanên dawî ji her kesî bêhtir baş baş fêhm kiriye ku heger ne bi devê tivingê be, dewleta kurdî li dera han bihêlin, wê kurd ji destê ereb, faris û tirkan nikaribin bibin mêrê jina xwe! Demorasî memokrasiya ereb, faris û tirkan bi teresbaviya ku li Xurmato, Xaniqîn, Kerkûk û her wekî din hate kirin çendî çîrok bû, dewletên dinyayê hemiyan dîtin! Pevçûn! Xwîn bixwîneê ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)