SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ava serê Mela Tecalên Îranê tam germ bû!

saadSerokwezîrê Lubnanê Saadê lawê Refîq Herîriyê ku di sala 2005an de hizbullahên Elîwelîyellahên Îranê bi bombeyekê ew bi terempêla wî ve ji hev perçewerçe kiribûn, piştî vegera xwe a ji Siûdîyê, hîn toza lingê xwe paqij nekiribû hema derket ber televizyonan û got:

”Melayên Îranê bi qasî ku em nikaribin di welatê xwe de tevbiqeliqin em bi civakî zeft kirine. Dinya divê rêyekê ji vê çavsoriya melayan re bibîne…”

Beyana Saad Herîrî di heman demê de beyana siûdiyan û piraniya desthilatên erebên sinnî bi xwe ye. Îcar piştî vê beyana ku ne Herîriyê sinî û ne jî serokkomarê fileh Mîşel Ewnî  êdî wê bi hêsanî bikaribin wek desthilatdar bijîn, serekên Israîlê jî bi hêrz berê xwe dane Trump û şêwirmendên wî, da bi balafiran li hin baregehên Hizbullaha Lubnanê û hin cihên eskerî ên Îranê bixin.

Îcar dibêjim: heger ez ji dêvla rêzdar Barzanî bama eha hema niha, min ê di nava vê hingameya kelgermî de bi pêşmergeyan biavêta  ser Kerkûkê. Biavêta ser Kerkûkê da qiyamet raba, li her derê Îran û Rohilata Navîn agir bibariya û ji nav wî agirî wê dewleta kurd biafiriya. Ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)