SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li parlamentoya bi ALLAHÛEKBER li demokrasiyê û doza kurdî digerin!

irak-parlamentosunda-gundem-kurt-cumhurbaskani-masumDivê êdî em hev du nexapînin. Li parlamentoya Iraqa ku bi ALLAH, BISMILLAH, LAÎLAHEÎLLELLAH, NEÛZÛBILLAH  Û NALETULLAHan vedibe û têgirtin demokrasî  qaçax û doza kurd jî zir qaçax e! Tiştek bi qasî Allahûekberan ku dijminê demokrasiyê ye tuneye û deshilattdarên me ên başûrê welêt jî, û bi taybetî jî, Fazil Mîranî, Nêçîrvan Barzanî, Pavel û Hêro Xan Talabanî, zend û bend vemalandine ku bi rêya demokrasiyê doza miletê kurd safî bikin. Tew tew, Fatê were dawetê!

Li parlamentoya Iraqê li aliyekî dîwêr debûzê Hemzeyê Pêhlewan, li aliyekî rima Enter ibin El Şedad, li aliyekî xişr û mişrên derwêşan, li aliyekî sicadeya pêxember, li aliyekî sercilk û bincilkên Fatima jina Elî  û di ser hemiyan re jî Zilfîqarê Hezretê Elî daliqyayî ye û dozger û hofkgerên me ên başûrê welêt jî eha ji wir wê miletê kurd derrxînin ronahiyê! Waweylê û waweyzê dibê de were û kirasê xwe neçirîne! Ev qey bi rastî hayê van jê tuneye ku heger hema piçekî ling bidin ber xwe û berê pêşmergeyan bi Iraqê vekin, wê miletê kurd heta bi Bexdayê biçe. Dinyayê xwe ji pişt kurdan nedaye alî; ên me xwe dane alî. Û ketine devê rêya ên ku xwe radikişînin Tehran, Enqere û Şamê. Lê hîç bila kes mereqan meke, bi Israîlê bi tenê jî mabe wê berê pêşmergeyan û Hejda Beraz têkeve hev û kurd bi devê tivingê bibin xwedî dewlet ewqas!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)