SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Nêçîrvan Barzanî, erdhej û destxweşiya wî ya li tirkan!

 

barzaniBi erdheja ku bi destê Xwedayê misilmên, yanî xwedayê tirk, ereb, faris û kurdên misilman li Kurdistanê rû da, dewleta tirkan a herî yekem bû ku alîkarî bi kurdên malwêrankirî re kir. Îcar pêşî divê ez bibêjim ku tiştek bi qasî eva ku mala mirov bi ser mirov de xerab bibe, hin ji kuflet bimrin, hin birîndar bibin û temamê mêl binax bibe zortir tuneye! Eha tam di vir de, tirkan jî bi zêdeyî 50 tirî yekser destê xwe dirêjî kurdên başûrê welêt kirine û xwestine birînên wan ên ku Xwedayê misilmên petrola wan teslîmî tirk, ereb û farisan kiribû û tirkan, ereb û farisan jî bi kişandina petrolê binê Kurdistanê ha ha vala dikirin û di dawiyê de jî Kurdistan bi ser dojehê de kumişand, piçekî derman bikin. Îcar çi zir çewtî di vê de heye ku mirov vê alîkariyê ji dest tirkan negire û mirov wek serokwezîrê başûrê Kurdistanê sipasî wan meke, hi?

Mala tirkan sed carî ava be ku ew alîkarî bi xelkê me ê başûrê welêt re kirine! Siyaset tiştek e û malwêraniya sirûşteyî tiştek e. Nêçîrvan barzaniyê ku li ser gotina Talabanî petrola Kerkûkê 50 salekî bi girêbend pêşkêşî tirkan kiribû, şirîkê OYAKê û her ji çendeyekî jî li Tirkiyê bû, heger bi rastî zilamê tirkan baya, bi van derfetên di destên xwe de niha ji zû de bûba Hêro û Pavel û Meshûd Barzaniyê kurdperest ji holê rakiribaya.

Erê, hest û êqil û kubariya siyasetê tev li hev mekin. Helbet tirk, ereb û faris dijminê koka kurd in. Ev sedî sed wilo ye. Lê divê ev li ba me neyê wê wateya ku carina mirov  divê karibe ji ”yarê dêya xwe re” û carina jî dijminê mirov karibe ji zarokên wê dayikê re bibêje ”merheba! Tu çawayî? Sipas” û hwd.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)