SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di dawiyê de Emerîka tam bêminet kir û berê xwe da Efrînê!!

erdDi tarîxa dinyayê, yan jî di tarîxa Tirkiyê de bi qasî serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di van çend salên dawiyê de bêwestan belkî ti serok dewletî ewqas gotinên çort bi Emerîka û welatên Ewrupayê nekirine û Emerîka û welatên Ewrupayê jî li himber wêqas çavsorî û bêrêziyê bi haweyê ne bi mino û ne bi te yo bêdeng nesekinîne!

Erdogan di civîna xwe a doh de li ber çavên temamê dinyayê berê xwe da Emerîkayê û bi dengekî bilind piştî ku got:

”Emerîkaya ku bi damezrandina DAÎŞê, Rohilata Navîn di xwînê de fetisand, vê carî jî rêxistineke wek PYDê barbar damezrand û berda nav çavên Tirkiyê. Em ê vê xiyaneta ku Emerîkayê bi me re kiriye ti carî qebûl nekin û li himber rawestin; em ê Efrînê ji vê rêxistina barbarane re nehêlin û bi hêzeke mezin têkevin wir!” û vê carê jî bi welatên Ewrupayê de pijiqî!

Îcar li gora min jî Erdogan wê bi hêzeke mezin bigire ser Efrînê. Bigire ser Efrînê dibêjim ji ber ku Erdogan her tim xwediyê gotina xwe bûye, tifa xwe nealastiye û bi her çi tiştê ku pê rabûbû kiriye, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)