SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gewdeyekî mezin û seriyekî piçûk!

durŞerê sosyalîzmê qet û qet bi gundiyan ne dibû û PKKê jî bîst salekî ew şer bi gundiyan kir. Şerê neteweyetiyê bi tenê bi bajariyan ne dibû û temamê rêxistinên me ên sosyalîst jî bîst-sîh salekî ew şer bi bajariyan kirin. Îcar di dawiya wê kirina me de, tîp û tertîp û bertîpekî wilo xerabe ji me û xelkê me ê bakurê welêt derket ku mirov êdî şikê ji tevgera kurdayetî xwe jî dike. Em ketine dewreke wilo ku mirîşkên doh bûne qertel û qertelên doh jî bûne qaz. Ne fedîbûn, ne exlaq û ne jî edebeke civakî maye. Mehmetçîkên ku kurdan, jin wek namûsa xwe dizanîbûn û li ser wê namûsê bi dehan mêr ji hev dikuştin, li her derê welêt zikê wê namûsê talan kiriye û kurd jî hêkan sor dikin. Em şeqlovîskî bûne. Çîqekî me bûye xiyanet, çiqê me ê din bûye esalet û em li ser herdu çîqan wek turlî ha ji vî hewdî, ha ji wî cirnî û ha ji wê golê vedixwin! Em bi polîs û komutanan re dost û bi walî û qeymeqaman re bûne heval û em ê Kurdistanê jî azad bikin! Na xwe ev dijminên me kî ne? Teslîmiyet bûye liberxwedan û serxwebûn û azadî jî bûye xiyanet. Bikaranîna zimanê kurdî bûye ”îlkel kurd” û bikaranîna tirkî jî bûye ”modern kurd”  Navê Tirkiyê bûye ”dewleta me, welatê me” Ocalan û HADEPa wî, li ser navê kurdayetiyê kurd kirin tirk û ew yeka wan jî bû kubarî û marîfeta mirovahiyê!

Sabîno Arana y Goîrîyê ku wek bavê nasyonalîzma baskan dihat naskirin, hîn ji salên 1900î de gotibû ku “mezlûm jî heta ku serê zaliman neşikînin, zalim ew ê li wan guhdarî nekin!” Û ETAya ku ji bal du xwendekarên unîversîteyê saz bûbû, ew zihniyeta Sabîno bi kar anî û di dawiyê de devê zalimên spanî çirand. Digel ku spanî ji tirkan medenîtir û baskî jî ji kurdan henûntir bûn, zalimên spanî tim û dayim baskî di xwînê de fetisandibûn. Tirk barbar û kurd jî mêşinî ne û ev kurd wê bi qerewatê, şerab û dansa demokrasiyê azad bûbana, ha! Li hev nake. Bi dijminên xwe ên herî barbar re bibe dost û doza serxwebûn û azadiyê lê bike, nabe weh!  Em diqedin, mehmetçîk, pasdar û şirta me diqedînin!

 

Îrlandî û baskiyên ku mîna kurdên bakurê welêt ji kesayetiya xwe a miletî bi dûr ketibûn û bûbûn xulamên ingilîz û spaniyan, bi hinera nasyonalîzma ÎRA û ETAyê li kesayetiya xwe a miletî vegeriyan û bûn nasyonalîstên mezin. Li tu derê cîhanê miletekî bêyî ku nasyonalîst bûbe, azad ne bûye. Problema kurdan herî mezin nasyonalîzm e. Mirovên nasyonalîst ji ber xwe fedî dikin; bi zimanê dijminê xwe bi xelkê xwe re napeyivin; bi dijminên xwe re tifaqiyê nakin û nabin altax; kûçikên welatên xwe nadin bi gamêşên dijminên xwe û hwd.

 

Erê, a ku erebên serê çolan bi ên binê çolan hisandin û berê wan dan filistînê, nasyonalîzma erebî bû. Viyetnam, Cezayir, Kuba û heta Hindistan bi xwe jî  di bin serekatiya nasyonalîstan bûn dewlet. Temamê dewletên neteweyî wilo ava bûne. Xwedê sersekên me kurdan hedayet bike û hew!

 

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)