SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Serkêş binbar û berpirsyarê tarîxê ne!

kakaiTarîx zanistek e ku sirûştê, reş û ronahiya zemên û deng û rengê liv û bizavê hemî dide ber xwe û rave dike. Ew ne bi tenê cih û wextê bûyeran û encamên wan, di heman wextê de çiv û bez û sekna nakokiyên di navbera têkiliya pêşeroj û paşerojê jî de radixe ber çavan. Him ne bi tenê van jî, fenomenên ku bi hej û weşa çerxa civakê re kultur kil dikirin û bi wê kildanê re karekterên cur be cur dihatin holê jî bi me dide zanîn. Tarîxê doh ji pêr û pitrapêr, îro ji doh afirand û sibehê jî wê ji îro biafirîne.  Tarîx insan e û insan tarîxê diafirîne; wî çaxî jî em mecbûr in ji ser û sekeh û dezgehên wan kesên ku, qenc-xerab, bi afirandina tarîxê daketine bipeyivin. Ji ber ku têgihiştina tarîxa ku kosteka zemên di çerxa civakê de çikilandiye, di hebûn û nebûn û pêşketin û paşketina civakî de rola herî sereke dilîze, em mecbûr in jê bipeyivin; da em di rêyên xwe ên dawî û bê dawî de neterpilin û ji rizde û silûmên qonaxên zemanan nekevin. Dema ku em xwediyê doza zir miletekî kevnare û xwedî çar zir qesasên kokbir bin, em li çi dengê ku hema piçek derfeta kurdî pê re mabe jî mecbûr in guhdarî bikin, bifikirin û pişt re jî a xwe bibêjin. Lê mixabin heta bi têgihiştineke bi vî rengî jî, îro di nav piraniya siyasetger û ronakbîrên kurdan de hema hema nemaye!

Erê, tarîxa me a ku bi barzaniyan, telebanî û apoyiyan hatibû afirandin, îro ji her tim bêhtir bi miletî me dihesirîne û diguvêşe! Îcar hêvîdar im ku tu erdhej li Emerîka, Frenasa û Israîlê nebe; da ev tarîx dîsa nekeve destê sereketiya kurdên ku berdestî tirkan, ereb û farisan bûne û em kurd ji ser pira vî zemanê herî zalim nekevin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)