SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PYD û YPGa bi vî rengî êdî malwêrankirina kurd e!

ypgWek tê zanîn, ji roja roj de min her tim piştgîriya PYD û YPGê kiriye. Çima? Ji ber ku li gora têgihiştina min heger, li Binxetê PYD û YPG tunebaya, îro wê li holê eser ji xelkê kurd bi kurdî nemaba. Û ji wê bi wir de tir heta namûsa kurd wê bihata pênc pereyan û kurd bûbana jinên her tajî û kûçikî!  Û zemên jî şanî me da ku ez di lênerîna xwe de rast bûm.

Îcar îro çima ez nema bi PYD û YPGê re me?

Yek:. PYD û YPG ne rêxistinên kurdî û kurdan e.  Û li Sûriyê jî doza kurdan bi wan maye.  Rêxistinên ku ne kurd û kurdî bin ti carî wê nikaribin miletê kurd derxînin ronahiyê. PYD û YPG heta ku tîpa (K) bi xwe ve nezeliqînin û zimanê xwe ê fermî nekin kurdî, ne kurd in; û ji îro pê ve jî hebûna wan a bi vî rengî ji malwêrankirina kurdan pê ve wê bi kêrî tiştekî din neyê!

Dudu: Tarîxê li başûrê Kurdistanê careke din peyitand ku heger sereketiya kurd di hemû waran de yekgirtî nebe, wê ti carî nikaribe sênga gewr û boz bibîne û bi şeqên Kurdistanê re têkeve gevzekê!

Li başûrê welêt parlamento, rêxistinên civakî, hêzên eskerî û hwd. hemû hebûn, û hemû jî bi kurdî bûn. Û bi ser de jî hemû xwedî çek û cebilxane û hevalbendên nav dewletî bûn. Îcar ji ber ku hêzên wan ji yek destî, bi yek reng û yek dengî îdare nedibûn, di şevekê de mala hemiyan xerab bû û bi ax û wax û keseran li aziyê rûniştin!

Îro li Kurdistanê sê hêzên mezin hene.  PDK, YNK û PKK. Îcar bi rastî heger em dixwazin bigihên qonaxeke bilind, ev her sê hêz, bi kuştin, hiştin, pevçûn bi çi haweyî dibe bila bibe, divê hevdu safî bikin û bigihên hev; da tirk, ereb û faris êdî nema karibin bi botika şivanan bi serekan bilîzin û Kurdistan jina misilmanên teres nemîne!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)