SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Nasyonalîzma tirk, ereb û faris li ku û a kurd li ku!!!!!

xincer

 

Nasyonalîzma ku bi Şoreşa Frensî dest pê kiribû, bi şerên Napolyon li Ewrupayê û dinyayê belav bûbû û bi prensîpên Abraham Lincolh di rengê miletperwerî û welatparêziyê de li Emerîkayê rûnişt, ruyê dinyaya barbar yekser hate guhertin û bi sedan xelkên bindest azat bûn. Birêvebir û ronakbîrên bindestan, nasyonalîzma burjuwaziyê frensî mîna serûmê di mejiyê xelkê xwe de bi kar anîn û kelehên zilmê hilweşandin.

Lê mixabin, ji bilî çend kesekî, hema hema temamê birêvebir û ronakbîrên kurdan jî ji Selaheddînê Eyûbî û hetanî niha, di bin baskên nasyonalîzma islamê de car carê li kurdayetiya xwe geriyan û bi şeg û pegên misilmanên zalim re, xelkê xwe jî bi xwe re birin helakê.

Di warê nasyonalîzmê de problema kurdan pir mezin e. Bi serkêşên doza kurdî û ronakbîrên me re ne karekter û têgihiştineke nasyonalîzma birêvebirên Şoreşa Frensî, ne ew têgihiştina nasyonalîzma bolşevîkên gundî û ne jî bi beqal û çeqalên me re piçek nasyonalîzma elemanî, îtalî û frenkoyî çêbû.

Giuseppe Mazzinekî îtalî û Heinrich von Treitschkchekî elemanî ji me kurdan derneketin. Serkêşên doza me mîna Mele Şêxmûsê ku bi tenê, doza bexişandina stilîliyên xwe li Xwedê dikir û di mizgeftê de ji bo wan ha ha dikebirand, miletî ne fikirîn û di herêma xwe de asê man û hey man! Mixabin  em hîn jî ew in.

 

Li Ewrupayê 500-600 sal berê, feodal û arîstokratan sînorên di navbera gund û gundan û bajar û bajaran de rakiribûn; û birêvebirên me ên başûrê welêt hîn jî nikarin sînorên di navbera Hewlêrê û Silêmaniyê de rakin! Ku îro Mazzinî sax bûbûya û li vê rewşa me bineriya, li vê rewşa ku ji çar aliyan de tirkan, ereb û farisan kurd zeft kiribûn û dinya jî bi barê kurdan rabûbû, lê kurdan jî xwe bi xwe li hev ne dikirin, wê ji birêvebir û ronakbîrên kurdan çiqasî hêrs bûbaya gelo?

 

Li Emerîkaya 140-50 sal berê, bi sed milyonan insanên ku ji her derê dinyayê civiyabûn, miletekî pêşketî û dewleteke bi serketî hatibû holê û digel ku insanên me ên başûrê welêt jî, bi hezar salan bi hev re jiya bûn, û bi ser de jî di vê rewşa kambax de ku islama erebî, tirkî û farisî bi komunîst û faşîstên xwe ve rabûye ser tapanan û bi temamê qeweta xwe ve êrîşî welatê me dikin, birêvebirên me hîn jî hikûmeteke pevgirtî saz ne kirine. Li gora min di vê rewşa îro de, ev yeka han xerabiyeke mezin e bi miletê me re! Em bi miletî di ser Pira Selatê re derbas dibin û birêvebirên miletê me jî giraniya hişê xwe berdane ser qirêja malê dinyayê. Heger ji wê roja ku Seddam di çopa tarîxê de werbûbe û hetanî roja îro, birêvebiran meseleyên sînoran, Kerkûkê û herwekî din safî ne kiribin û di damezrandina qanûnên iraqî de çend xalên ciddî bi dest ereban ve berda bin, sebebê vê yekê deshilatdariya ku ji du hikûmetan pêk hatiye. Problem hemû ev e û ev jî hemû li ser bidestxistina mal û maldariyê ye. Birêvebiran ji bîra kirine yan jî pê nizanin ku gava hikûmetên xwe bikin yek, wê temamê dewlemendiya Kurdistanê û heta tev li insanên wê jî hemû bi wan bimîne û bi ser de jî wê di Rohilata Navîn de bibin burjuwaziyên herî mezin.

 

Birêvebirên me helbet tiştên delal kirine, lê mixabin ji ber timaya malê dinyayê di a herî delal de teqinîne û vê teqana xwe jî bi ajîtasyona kurdayetiyê ji xelkê me vedişêrin. Bê çi bi wan nakeve! Qey bi rastî jî ji bîra kirine ku başûrê Kurdistanê, li ser termê bi sed hezaran insanên me ên ku misilmanên jenosîd kuştibûn, bilind bûye!

 

Xwedê miletê me ji xwefiroşiya PKKê û ji xezeba timaya hin birêvebirên PDKê û YNKê bistrîne! Xwedê wan hedayet bike, Xwedê wan têrtir bike!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)