SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Çewtiya barzanî û talabaniyan a herî mezin!!

talabani_barzaniLi gora min, çewtiya PDKê û YNKê a herî mezin ew bû ku di hindurê van pazdeh salên derbasbûyî de ji dêvla ku mîna cihû û ermeniyan temamê qeweta xwe dabana avakirina lobiyan, kar û barên eskerî û çêkirina çek û cebilxaneyan û di wê rêyê de bi milyaran dolar xerc kiribana, mixabin qeweta xwe bi navê “avadankirina” welêt, berdan ser bêrîkê, ji karên neteweyê bêhtir û bêhtir bi mmal û milkên dinyayê daketin û meydan yekser ji dijminan re berdan. Qed nexwestin lê bifikirin ku welat çiqasî ava bûba jî, bi çend bombeyên ji balafirên neyaran hemû jî wê li erdê bisekiniya!

Di dinyaya îro de dîn û pere bûbûn maka xerabiyê, mirov û mirov û civat û mirov ji hev bi dûr dixist û desthilatdariya me a başûrê welêt jî giraniya xwe dabû ser van herdu tiştan. Di hikmê pazdeh salan de ser me tje pêxwas, kose û berkose kirin. Bi qasî ku îro misilmanî li wan deran xurt bûye belkî tu carî wilo xurt ne bûye. Ewqasî bûn misilman ku hetanî bi cihekî wek Stokholmê di şînên xwe de Quran xwendin û bi selewat û tekbîrên ”lemyelid welemyûled, îzacae nesrullahî” û ”wettînî we zeytûnî” kişiyan ser şîniyan. Eybek e pir mezin e ku piştî vê seetê li cihekî wek Ewrupayê em di şînên PDKê de li ”eûzû billahî mîneşşeytanîrrecîm” û ”bismillahirrehmanirrehîm” guhdarî bikin. Erê çima ne stranên Şakiroyê ku dergûşa zarokên kurdan di zilma tirkan, ereb û farisên barbar de dilorîne, lê ”qulhû wellah û ehed”, ha! Ez wek xwêniyekî destê misilmanên neyar ji ber xwe fedî dikim êdî biçim şînên kurdên başûrê welêt. Û ev 6-7 salin ez neçûme jî.  Min ji zû de dev jê berdaye.

 

Ên me bi dîn û pera û tirk û ereb jî bi lobiyan daketin. De hûn jî ji xwe re li halê me pepûkan binerin! Îcar ka ku mirov ji ber xwe fedî kiribaya, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)