SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirk, faris, ereb, cehş, necehş û nîvcehş hemû lê bûne yek!

barzanGelo we dizanîbû bê çiqasî kêfa min pê hatiye ku têkiliyên barzaniyan û tirkan ên siyasî, aborî, eskerî, kulturî û exlaqî jî bi carekê ve xerba bûne! Kêfa min pir hat ji ber ku li gora têgihiştina min a dîrokî û bi taybetî jî serpêhatiyên kurdan  ên di van çil salên dawiyê de, bi min dan zanîn ku kurd çiqasî ji tirkan, ereb û farisan dûr bisekinin, ewqasî  jî wê bi hêsîriya xwe hayî bibin û bi kurdî tevbigerin.

Îcar asas a ku ji hew bêhtir  kêfa min aniye, ku hema hema temamê ên ji me û ne ji me li barzaniyan bûne yek. Û ew yeka han jî wê barzaniyan li kurdayetiyê bêhtir sor bike, xelkê kurd li wir bigihîne hev û barzaniyên ku bi pê û dest û lepan ketine govenda kurdî, bê tik û pik tam xwe bidin bin bêr! Eha wî çaxî jî tu hêz wê nikaribe xwe li himberî  hêza kurdperweran bigire! Ji bîr mekin, di warê rêxistinî de ji barzaniyan pê ve ên ku vê dozê bi hêl û mêl bibin hîn jî derneketine.

Erê, ji barzaniyan re li çepikan bixînin da qirika xwe hîn bêhtir bi dengê serxwebûn û azadiya Kurdistana ku xwedayan ew wek kaniya şehweta Cenetul Mawa heta bi heta ber pêyî zalimên islamê kiribûn biçirînin, dijmin êrîşî wan bike, li her derê welêt bibe qîr û halan û kurd bi miletî rabin hewarê!

Pevçûn! Liberxwedan! Xwîn bixwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)