SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Meshûd Barzanî devê we hemiyan diçirîne!

French President Emmanuel Macron (R) gestures as he addresses a joint press conference with Regional Kurdistan Government Prime Minister Nechirvan Barzani (C) and Deputy Prime Minister Qubad Talabani (L) at the Elysee Palace following a meeting in Paris on December 2, 2017. / AFP PHOTO / POOL / Etienne LAURENT

French President Emmanuel Macron (R) gestures as he addresses a joint press conference with Regional Kurdistan Government Prime Minister Nechirvan Barzani (C) and Deputy Prime Minister Qubad Talabani (L) at the Elysee Palace following a meeting in Paris on December 2, 2017. / AFP PHOTO / POOL / Etienne LAURENT

Bi hevdîtina ku Fazil-Nêçîrvan Barzanî û Hêro-Qubad Talabanî bi serokê Firansayê Macron re kirin, êdî bi hemû haweyî di nav dewletî de jî hat peyitandin ku ”Referandûma serxwebûna Kurdistanê daxwaza Meshûd Barzanî û gelê kurd, lê ne ya parlamento, PDKê, YNKê û ên din bû. Me şerefa Meshûd bi xwefiroşiyê têk bir, Referandûma wî û xelkê wî avêt çala binê zemanan!… Û em wek kurdfiroşan ji we û her solalêsiyê re amade ne!”

Bê çi parlamentoyeke ku ji xwe fedî nake. Serokên dewleta şîyan Ebadî û Malikî heta bi navê Kurdistanê jî ji defteran derxistine, û parlamenterên me jî tew hîn li Iraqê bi dû dadgeha bilind ku Referandûma Kurdistanê karekî terorîstî bi nav kiribû û fermana Meshûd Barzanî û Kosret Resûl dabû de ne!

Bi kurtî, bi kêmanî du sed sal e zemên peyitandiye ku mêrê misilman ji darê zorê û devê tivingê pê ve fêhm nake; û îcar gava ew mêr misilmanê tirk, faris û ereb be ji xwe qed û qed wê fêhm neke. Û mirov jî wî çaxî ne bi tenê bi devê tivingê, bi devê top, metelyoz û fuzeyan biajo ser!

Lê mixabin ên wek Fazil Mîranî û Nêçîrvan Barzaniyê ku bi dewla Hêroya kurdfiroş re çûne avê, hîn jî fêhm nekirine.  Erê, hûn xwe çiqasî ji tirkan, ereb û farisan re deynin ew ê jî ewqasî li we siwarên. Hema ji xwe re ji girtina Ocalan û vir ve li halê PKKê, HDPê û kurdên bakurê welêt binerin bê tirkan çi û ne çi afatî ji ber wê solalêsiya wan neanî serê wan û me hemiyan!

Hîç şika min ji Meshûd Barzanî tuneye ku ew ê di rojeke nêzîk de devê we hemiyan biçirîne. Li Kurdistanê û taybetî jî li başûrê Kurdistanê ê herî mezin, xurt û bi hêz hîn jî Barzanî ye; û her ku bi wir de diçe xurttir dibe. Erê, ”em ê qûna reş û sipî ji hev bibînin” ewqas.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)