SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mehkemeya PYDê û ”qedera” Evdirehman Apo!

Evdirehman ApoŞêrgeleyên PYDa ku di çarê meha adarê de endamê komîteya karger a PDKSyê Evdirehman Apo bi haweyê çete û eşqiyan bi şev ji nav kufletê wî revandibûn, îro derxistin MEHKEMEYA GEL! Derxistin Mehkemeya Gel, lê ji gelê xwe pê ve nehiştin tu gelê din bên vê mehkemeya qereqûşkî. Qereqûşkî dibêjim ji ber ku qanûnên mehkemeyê ne li gora rêbazên dewletî û nav dewlet, ne himanîterî, ne zanistî û ne jî li gora pîvanên exlaq û edeba civaka kurdî ne. Sê-çar kesî ji vê sikakê, pênc-şeş kesan ji wê kuçê û neh-deh kesan ji dera han tînin û bi terzê Îmamê Çaroxî dikişin ser rebenkê girtî.

Li Bakurê welêt vê mehkemeya barbar û ewqasî jî tirovirî, di salên 1991 û 1994an de bi dehan keç û lawên bavan li pêş çavên bi sedan kesan bi rengekî barbarane dane kujtin! Mehkemeyê cezeyê zirandin, orandin û reyandinê daye mirovên rihsipî û di hoperloran de hiştine bizirin, biorin û bireyin!

Gelo ji hiqûqê dînê Islamê û misilmanên wê pê ve, cezeyên wilo rezîlan e, pêxwasan e, hahohan e li ku derê dinyayê heye! Waweylê, tu li wan û mehkemeka wan! Xelk 24 salan xwendegeh û unîversîteyan dixwînin heta ku dibin hakim, û ên me jî….

Ku dibêjin Mehkemeya Gel. Gel çî ye? Gel devê tivinga min û bêrîka min e. Zora kê û perê kê hebe gel jî li wir e. Hema ji xwe re li PKKê û gelê bi dûv wê de binerin! AKP jî wilo ye. Li Rohilata Navîn her kes wilo ye. Li vê herêmê şexsiyet bi mal û milk û meqaman tê kirîn; welatperwerî û ciwanmêrî bi devê tivingê ji kirês dibe!

Erê, me tiştek ji abqûbeta hêsîrê destê şêrgeleyên PYDê Evdirehman Apo fêhm nekir. Hêvîdar im, bêyî ku ew mehkemeya barbar Wî bizirîne, biorîne û bireyîne bi ruyekî sipî Wî berde û temamê mehkemeyên xwe ên bi navê Gel ji holê rake! Ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)