SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ku kurdan bi qasî te siltana min ji ber xwe fedî kiribana!

sevalHinermenda tirka navdar Şevval Sam ji kurdan dibêje ku hûn ji ber xwe fedî nakin ku hûn pênc milyonek li Stenbolê dijîn û hîn jî deh tabloyên we ên bi kurdî hene yan tunene, lê piştî ku milyoneke ereb koçî Stenbolê kir, nîvê Stenbolê ji tabloyên erebî tijebûne!!

Îcar gava mirov bê şexsiyet be helbet mirov wê mîna misilmanên Diyarbekir û Batmanê, tirk, ereb û farisên ku zikê Kurdistanê talan kirine û kişiyane ser dê û jinên kurdan nebîne û ji bo selameta filistîniyan bi selewat, tekbîr û hayellahan êrîşî cihûyan bike!

Erê wilo ye: gava bêvila mirov neşewitî û mirov ji ber xwe fedî nekir, mirov wê mîna PKKê sînorên tirkan biparêze, mîna HDPê li ba filistîniyan cih bigre û êgir li cihûyan bibarîne; xwe li ser biratiya tirkan bide kujtin, li dijî ala kurdî rawestin, bi dê û jinên xwe û me re bi tirkî bidin ber, bi tirkî bibêjin”ha turkçe ha kurtçe  fark etmez!” çawa fark etmez, ew lawê tajiyan be heger fark etmez; mirov xwe têxe bin tirkan û xwe nexe bin tirkan çawa ye, ma ev ji hev ferq nake, hi?PKKê kurd cinoyî û Islama tirkan jî kurd tirovirî kirine, û em ê jî Kurdistanê rizgar bikin! Barê kuurdperweran ji hew bêhtir girane, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)