SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî bêyî Talabanî diçe Elemanyayê!

PesmergeEcêb e! Nêçîrvan Barzanî vê carê bêyî cihgirê xwe Qubad Talabanî diçe Elemanyayê! Lê a ecêbtir ku serkarên hikûmeta elemanî û bi taybetî jî wzîra berevaniyê Ursula von der Leyen wilo xweztine! Yanî nexweztine cihgir bibînin. Gelo çima nexweztine? Qey serkar jî mîna min û we ji ber ku bi çavên kurdxayinan li YNKyên bi navê talabaniyan dinerin; û di vê hevdîtinê de jî wê alîkariyeke cidî a çek û cebilxane û heta pereyan jî bi barzaniyan re bikin….

Îcar piştî vê beyana min a rakêş û kêşkêş, hêvîdar im ku serok û cihgir rabin hev û barzanî û talabanî hemû li binguhên hev kevin.  Erê, heta ku barzanî û talabanî ranebin hev û talabanî ji qada şer û pevçûnan fik nebin , wê artêşeke me e yek rengî û yek dengî saz nebe û em ê her û her wek niha hêsîrê destên tirk, ereb û farisên keleş bimînin, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)