SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ala kurdî nîşana şerefa miletê kurd e! (Îro roja Ala kurdî ye!!!)

 

Ev ala ma a ku îro li ezmanê başûrê Kurdistanê li ba dibe, di sala 1918an de ji bal Komeleya Tealî Kurdistan ve hatibû afirandin; û di sala 1927an de, di kongreya Komeleya Xoybûna ku di bin sereketiya Mîr Celadet Bedirxan, Xelîl Bedirxan û Memdûh Selîm de li Libnanê li dar ketibû, wek ala Kurdistanê hat pejirandin. Û Ji wê rojê û heta roja îro, ji bilî apoyiyên altaxên miletê kurd, hema hema temamê rêxistinên kurdan ev al bi kar anîne.

Ala kurdî, her çar rengên xwe ji xwezayê wergirtine. Rengê sor ji xwîna şehîdên kurdan, rengê sipî pakiya mirovahiyê, rengê kesk şînahiya xaka Kurdistanê û rengê zer jî bi şêweyê rojê ye, nîşana ola kurdî ya kevnar e. Yanî êzdayetî, zerdeşî ye.

Û roja 17-12an ji her salê weke roja Ala Kurdî hatiye bi navkirin. Di vê rojê de kurd şahiyan li dar dixin.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)