SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ezbenî tu ranehijî tivingê bi Silêmaniyê re Hewlêr jî diçe!

barzaniHema wilo yekser pêşî divê bibêjim, zemên peyitand ku rêzdar Meshûd Barzanî bi siyaseta xwe a ”ez birakujiyê nakim!” çewtiyeke pir mezin kiriye! Li her derê dinyayê çerxa tarîxa desthilatdariyê bi xwîna birakujiyê geriyaye. Ev ji dest pêkê de wilo bû; û hîn jî wilo ye. Di vî warî de Şoreşa Frensî nimûneya herî zîz e. Bi tenê hema 18 hezar bi giyotînê serê hev jê kirin! Emerîkiyan ji Abraham Lincoln wir de û vir de qira hev anîne heta ku desthilatdarî dane rûniştandin! Bolşevîkan heta ku menşewîk û ên din rêş nekirine nebûne desthilatdar. Ingilîzan, elemanan, fîlandiyan bi deh hezaran ji hev kujtine. Siyasetger li dera han, pêxemberan jî ev tişt kirine. Hema carekê li tarîxa pêxemberê Islamê binerin bê çi afat bi birayên xwe de anîne heta ku bûye pêxember!

Barzanî êdî divê kumê xwe deyne ber xwe û careke din baş li vê yekê bifikire ku heger ranehije tivingê wê bi xwe re mala miletê kurd hemî wêran bike. Ma ne ji ber wê siyaseta wî a ku digot ”ez birakujiyê nakim” û ne dikir, apoyî kişiyan heta bi devê deriyê wî û pêşmergeyên wî kujtin. Eha çendek berê çend serfermandarên wî girtin û kujtin. Û Barzanî qed dengê xwe jî nekir. Heger ne ji wê bêdengiya wî baya, kurdxayin wê nikarîbana ewqasî bi cesaret bûbana, dijmin bianîna ser livîna kurdperweran û Kerkûk teslîmî kurdqesasan nekiribana!

Êdî divê em hişê xwe bînin serê xwe, ên ku doh bi cehşitiyê rabûbûn û bi qeweta pêşmergeyan Kerkûkê teslîmî Hejda wehşî û pasdaran kirn, îro jî li Silêmaniyê û gelek cihên din xelk rakirine ser tapanan û bi qeweta xelkê vê carê jî dixwazin Silêmaniyê û derdora wê teslîmî wan zaliman bikin! Hikûmeta Iraqê di hingama xwepêşandanan de daxawaza ku eskerên xwe bişîne silêmaniyê li hikûmeta Kurdistanê kiribe, wî çaxî jî ev xwepêşandan divê neyên wateya ku ji ber xwe ve rû dane! Her tişt bi zanatî bûye. Him li gora istixbarata navxweyî, serkêşên xelkê ku derketine kolanan hemû kesên naskirîne.. Çawa ku li Diyarbekirê, Batman û gelek bajarên din ên bakurê Kurdistanê xelk di bin sereketiya HDP û HUDAParê de derketibûn kolanan û agir li Israîlê dibarandin, xelkê ku îro li başûrê Kurdistanê xwe berdabûn kolanan jî ji bal cehşên YNKê, Goran û Komeleya Islamî ve hatine organîze kirin.

Gotina dawî:

Li gora têgihiştina min heger ji îro û pê ve rêzdar Barzanî bi devê tivingê neçe ser cehşan, pêşî Silêmanî û Şingalê bi dest nexe, wê hêza di dest xwe de jî winda bike û bi mala xwe re mala temamê kurd û kurdistaniyan wêran bike, ewqas!

Şer! Pevçûn!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)