SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kurd bûne ”qalibê kîrxwaran!”

bseGotineke me e pêşiyan heye dibêjin: ”em bûne qalibê kîrxwaran!” Yanî kî hatiye û di wan de rast kiriye, vê dibêjin bav û kalên me.

Îcar di vê sirtê de piştî ku ez ê ji endama Konseya KCKa pîber Besê xanima ku li ser demokrasiyê kirasê xwe diçirîne,  pirseke demokratîk bikim û bibêjim ma gelo Tu bi mêr î yan tu azib î? Û li bakurê Kurdistanê kemêlan vejenînim:

Ji Alp Aslanê bapîrê tirkan û vir ve, hema hema her tim mirov kare bibêje ku kengî li tirkan, ereb û farisan çewt zîviriye,  berê xwe dane kurdan û bi têhna hinavên kurd re kişiyane  hinavên civaka cîhanê.

Ez ê kurt bibêjim, heger ne ji ”şerê xindeqan” bûya, digel wêqas avisiya Konseya PKKa di bin sersemyanên tirkan de jî, îro li bakurê welêt bi hemû haweyî  wê rewşa kurdan baş baya.  Li tirkan pir teng bûbû, lê mixabin ji aliyekî ve deshilatdarên me ên başûrê welêt ji hindama xwe ve bûn asêgeh û li aliyê din jî Konseya PKKa Ocalan bû şûr û mirtalê wan û dîsa li ser serê me kirin ew barbarên berê!

Birêvebiriya PKKa ku li termên kurdên zîvar zîvarî dinere û dibêje ”li Sûra Diyarbekirê kurdan qezenc kir…” bi kolana xindeqên devê deriyê xelkê, kuç û kolanan zimanê tirkan di nav dinyayê de dirêj kir û neheşit ku  dewletên dinya gotineke çort bi rayedarên dewleta tirkan re bikin. Zimanê dewletêan kin bû.  Kîjan dewlet dibe bila bibe, gava ku hevwelatiyan kuç û kolan û devê deriyan kolan û nehiştin polis bên vir û wir û hwd. wê dewlet bi esker û polîsên xwe ve bigrin ser wan deran.  Qanûnên dewletan wilo ne.  Konseya PKKê jî ev yeka han zanîbû. Lê çima ne bi haweyekî din lê bi vî haweyî li dijî dewleta tirk sekinîn? Konseyê ji her kesî bêhtir dizanîbû ku gerîla, li cihê ku dijmin qelse li dijmin dixe û ji cihê ku dijmin xurte jî direve.  Lê çima Konseyê ji cihê ku dewlet lê herî xurt bû li dewletê teqand, û bi ser de jî nereviya ? Mijar pir vekiriye.  Zarok jî êdî dibînin ku bi vî şerî ji tirkan re bûye şîr û şekir û li kurdan jî bûye jehr û ziqûm û kerafî! Îcar a ku mirov ji dînê mirov derdixe bê ronakbîrek, yan jî nivîskarekî  PKKê ê li ser meqam û ne li ser meqêm nerazîbûneke bi henekan be jî  ji  Konseya  xwe re bibêjin derneket! Yanî zilamek di wan de derneket, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)