SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Îranê asas şerê mezin roja înê ye!

serLi her derê dinyayê raperînên civakî ne bi serkêşayî, qewet û destwerdana hêzên nav dewletî bûne. Ev hêz karin alîkar bin, lê ne aferîner û ne jî serkêşên raperînê ne. Zilm û zor, xizanî û perîşanî hêmanên raperînên civakî , ne. Û li Îranê jî xelk di nava zilm û zorê û xizanî û perîşaniyê de teqinîye. Bi tenê hema şeş milyon bê kar in. Ji %35ê xelkê birçiye. Û bi sed hezaran jî ên ku bi parsê xwe didebirînin hene.

Li aliyê din, Îran welatekî mezin û xwedî kultureke şaristanî ye. Li vî welatî ji bilî mela, şêx û sofiyên desthilatdar, lîberal, moderat, şahparêz, demokrat, sosyalîst, dîndar û bawermendên pir bi hêl û mêl hene.

Bi kurtî, serhildanên li Îranê ne bi pêşkêşiya Koboyê emerîkiyê ku dest dirêjî hespê bin xwe dikirin Donal Trump û filan kes û bêvan kesan rû daye. Serokên serhildanan ji cihê cih û ji xelkên cihê cihê ne.  Îcar heger ev Koboyê tecawizçîyê hespa nêr Trump, çend rojekî nepeyive, wê agirê serhildanê pir gurtir bibe, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)