SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Wek min lê hatiye!

bbbbBûye mehkûmê kurdayetî û welatparêziya xwe!

”Nûnerê Emerîkayê Paul Bremer ji min xwezt ku em hêza pêşmergeyan belav bikin û em wek kurd, ereb, tirkmen û hwd. artêşeke iraqî çêbikin. Min got, na!

…..dinya jî xerab bibe em ê hêza pêşmerge belav nekin!

Ji min xweztin ku em li Kerkûk û Mûsilê nebin desthilatdar!

Min got, na! Heger hûn bi demokrasiyê bixwazin xelkê me li wan deran ji ên her kesî pirtir e; û na heger hûn delîl û dokumentên dîrokî dixwazin, fermo arşîvên xwe û osmaniyan vekin, hûn ê bibînin ku sînorên Kurdistanê digihên heta ku!

Ji min xweztin ku em divê dev ji serweriya dewletî berdin:

Min got, ev zilmeke pir mezin e! Çawa ku jîn û jiyana bi rûmetî mafê her miletî ye, wisa jî mafê miletê kurd e!

Ji min xweztin û hey xweztin. Û hemû jî di bin sersemyaniya ereb de…..

Erê, me sînorên başûrê Kurdistanê li sînorê ereb sekinand, û hin kurdên me ên serkêş û çekdar ew sînor bi dest ereban ve berdan. Me xelkê kurd li Kerkûk, Xurmato û Xaniqîna cih û warên bav û kalan vegerandibû, û ew xelk îro jî ji wan cih û waran dibin! Him jî di qetilamê re derbas dibin!

….. Lêbelê em ê bi ser bikevin. Dibe ku îro hejmara pêşmergeyên me li gora doh hinekî kêm xuya bike, îcar bila her kes jî vê baş bizanibe ku her pêşmergeyekî me li himberî tabûrekê ye! Miletê kurd wê bibe xwedî dewlet!…”

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)