SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Emerîkî û hevalbendên xwe li Îranê amadekariya şerekî pir bi xwîn dikin!

iran_da_degisim_ruzgarlari_bundan_boyle_kadinlar_h32990_c8b94Ingilîz û emerîkiyan piştî ku islam bi carekê ve mîna gur û wawîkên girêdayî dîn û har kirin û gur û wawîk berdan,  gur û wawîkan jî piçûk û mezin, heywan, insan û temamê rihberan dan ber xwe û her der di nava xwînê de hiştin, vê carê jî hirç, kûçik, keftar û berazên birîndarkirî têkilî nav tebayan kirin û berê wan dan Îranê!

Ji liv û tevgera xwepêşandêrên Îranê zelal xuya bûye ku emerîkî û hevalbendên wan ên barbar, naxwazin desthilatdariya sofî, şêx û melayan hema têk biçe. Xwepêşandanên di mistewa raperînên ku li ser bingehên divê desthilatdarî têk biçe, bêyî bi karanîna çek û cebilxaneyan, di van sed salên dawiyê de bi ser neketine. Û li welatên misilmanan ji xwe tu carî jî wê bi sernekeve.

Emerîkî û hevalbendên wan, dixwazin desthilatdariya Îranê û xelkên wê, bi kêmanî bi qasî desthilatdariya Haviz Eshed rezîl û pîs û xelkên wî jî jar û hejar û koçder bibin. Ji bo vê yekê, wê li Îranê roja qiyametê dirêj û ewqasî jî bi ax û keser û xwîn û elem biajo!

Emerîkiyên ku li Sûriyê cihê xwe ha ha xweş dikin, bi rêya PYDê, bi haweyê bê hay û bay, ser PKKa li Qendîlê tije çek û cebilxane kirine, wê PKKê û rêxistinên kurdên rohilatî welêt li himberî melayan bi kar bînin. Û ev ji me kurdan re baş e. Eman eman, vê pêlê bila kes ji me gotinên çort bi PKKê re neke.  Ev wilo. Îcar li aliyê din wê PDKa barzaniyan û tirkan bigihînin hev û tirkan ji Iraqê dûr bixin, da li Îranê tam bişidînin. Û ev jî ji me kurdan re pir baş e. Ji wan ên ku ji niha ve bi dan û stendinên tirk û barzaniyan xwe zivêr dikin re kurt û kurmancî dibêjim, heta ku Îran ji per û bask nebe, wê kurd nikaribin xwe tevbilebitînin û bibin tiştek! Bêhna xwe fireh bikin! Niha ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)