SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tifaqa bi HDPa sosyal cehş re xiyanet e!

NisebinZemên bi helperka hilbijartinên Tirkiyê ên sala 2019an careke din peyitand ku rêxistinên bakurê welêt çendî vemirîne!

Hema wilo yekser, hûn wek kurd, hûn ê li ser çi prensîpan bi HDPa ku tiştekî wê û kurdayetiyê bi hev re tuneye di hilbijartinan de tifaqeke kurdistanî bikin?

Tirkan di banga sibehê de bi bangdana melê re destavêtine dê, keç û jinên kurd û zêc û zar di xwînê de arastine û hêsîrî jî wek pişka ezel li eniya ên mayî dane; û wek kurd de were bi tirkî bijî û tevbigere, dewleta tirkan biparêze, bi tirkan re têkeve gevzeka siyasî, seksî û her wekî din! Mirov hew ji ewqasî bêhtir nikare bêşexsiyet bibe! Û HDP jî ev e!

Li her derê dinyayê şert û mercên şer û pevçûn û liberxwedana netewî siyasî, dîplomasî, eskerî, aborî û kulturî ye. Di hin hêmanên netewî de hin daxwaz karin ji hev guhertî bin, lê prensîp her wek xwe ne, bi tenê cih tên guhertin.  Îcar ji vê sirtê gava me li sersedê nerî, bi hêsanî em ê bibînin ku dibe kurdên bakurê welêt yekser nikaribin serxwebûnê, lê karibin otonomiyê bi dest bixin. Di vê derbarê de ji bo ku PKK û HDP otonomî daxwaz kirine ronakbîr û kurdperweran êrîşî ser wan ne kirine; êrîş hemû li ser ku PKK û HDPa wê bê prensîp bi kar û barê neteweyî rabûne û her tişt ser û binî hev kirine.

Siyaset li ser bingehê prensîpan dimeşe. Û her çi prensîpin jî ji bo ku her kes karibe bixwîne bi gotinên herî mezin tên nivîsandin. Wek nimûne:

”Ez dewleteke kurdî dixwazim. Ez otonomiya kurdan dixwazim. Ez demokratîk Cumhûriyet dixwazim…” û hwd.

Di hersê prensîpan de mirov wek kurd divê yekê sereke bibîne û ji xwe re hilbijêre, da reng û dengê liberxwedan û pevçûna xwe jî li wê gorê bimeşîne.

Îcar ên me çi kirine û çi dikin? Ên me, bi destxistina ”Demokratîk Cuhûriyet” wek prensîpê xwe ên sereke ji xwe re hilbijartine û li wê gorê kab avêtine. Ji bo ku Tirkiyê demokratîze bûba pêşî diva bû xwe ji prensîpên kurdayetiyê bêrî kiribana û tirkayetî derxistana pêş. Û ji dil û can, him jî bi salan kirin. Kemalîzim pir parastin. Ziman û kultura kurdî paşguh kirin. Kurdistan wek Tirkiyê bi nav kirin û di nav sînorê Tirkiyê de dîtin. Ev ne xete ne, sûcên herî mezin in. Navê van altaxî, xwefiroşî û kurdfiroşî ye. Û rêxistinên me ên qaşo kurdên jîr û zana wê bi vê zihniyeta kurdkuj re tifaqeke kurdistanî li dar bixin! Waweyzê, ev we aqilê xwe xwariye!! Tifaqa bi HDPê re bi tenê wê HDPê hîn xwirtir û we jî piçûktir bike. Û her karê ku HDPê xurtir bike jî, ji dijminahiya miletê kurd pê ve netiştekî din e ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)