SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heta ku hûn van nekujin hûn ê nikaribin REFERANDÛMê fik bikin!!

Kosret û barzaniHeta ku hûn van nekujin hûn ê nikaribin REFERANDÛMê fik bikin!! Û kujtina wan jî, kujtina temamê kurdperweran e!Hîn ji wê roja ku OYAKê li başûrê Kurdistanê çong berdabûn erdê û kar û barên aborî, hema hema hemû bi dest xwe ve anîbûn û heta roja îro, di nav PDKê de çend karbidestên wilo xerabe çêbûne ku her tim dane tengala YNKê û ji ser kendalên wê di bin simbêlan re beşişîne! Hûr û kûr lê nefikirîne ku di destên kurdan de heger îro partiyeke netewî-nîv netewî, çê û nîv çê û hwd. mabe, PDKa bûşûrê welêt û çend serekên wê ên yekane mîna Meshûd Barzanî ne. Û heger hat û ev partî jî bi rêya altaxan di bin gurzên zaliman de melisî û serekên wê ji hawhaw ketin, wê ji me û temamê miletê me re xerab bizîvire. Nabe, PDK divê xurt be, û serekên wê jî payebilind bijîn!

Lê mixabin di van demên dawiyê de dîsa ew çend kesên xerabe ne ku guhên xwe li himberî têkwerdanên tirkan, ereb û farisan ên li dijî referandûma me a dîrokî girtine û bi haweyê çi bi serê şexsiyeta serekên ku referandûm li dar xistibûn bê bila bê, bi desthilatdaran re di nav gelş û kêşa lîre, dolar û dînaran de bigevizin! Wê di qirika we de bimîne! Referandûm ne karekî bi henek menekan bû; miletê kurd bi destê kurdên başûrê welêt, rûmet û şerefa serxwebûn û azadiya xwe bi mohra tarîhê pesend kiribû. Ne hedê tu kesî ye ku zimandirêjahiyê bi wê referandûmê re bike. Û bi tu haweyî nabe ku mirov jî wek kurd li himberî wan zimandirêjan bê deng bisekine!

Pêşniyara min:

Tişt ji tiştan mezintir hene. Îcar ne birçîbûn û xela, ne şer û pevçûna bi altax û zaliman re û ne jî belavkirina parlamentoya başûrê welêt, bi qasî fikkirina referandûmê mezin nayê! Têkbirina referandûmê bêşexsiyetkirina miletê kurd e. Û tiştek jî bi qasî bêşexsiyetiyê pîs tuneye, îcar hûn zanin ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)