SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Navê van misilmanan jî Terîqeta Kerxaneciyan e!

Kerxane qurbanNavê vê van misilmanên ku tu wêneyên wan di rojnameyê de dibînî, li Tirkiyê ji hin karmendên wek walî, qeymeqam û serokên belediyan pêk tê, Terîqeta Kerxaneciyan e. Kar û barê vê terîqetê û Terîqeta Misilmanên Mizgeftçêk ku li Kurdistanê piştî çêkirina mizgeftê, hema pê re vê carê jî kerxaneyekê vekin. Îcar di vir de a balkêş ku kerxane û mizgeftan di kêleka hev de çedikin! Çima gelo?

Û ya din, gava mizgeftan diqedînin, di vekirina wan de piştî ku xelkê li xwe dicivînin, pezekê li wê navê vedizilînin, kêrê datînin ser stuyê wê; ”Euzu billahî mînel şeytanirrecîm, bismillahirrehmanirrehîm, Allahû ekber, ya Resûllelah!” dibêjin, pezê ser jê dikin û mizgeftê teslîmî ”ehlul heqên” kurd dikin.

Îcar di vekirina kerxaneyan de jî heman tiştî dikin û dibêjin. Û Ehlul heqên me ên kurd jî qed dengê xwe nakin! Yanî nabêjin, ”li mizgeftan Allah û Bismilah û Resûlelleh û li kerxaneyan jî dîsa Allah û Bismilah û Resûlellah, wilo nabe! Me Allah û Resûllellah kir zibil yaho!…”

Ya Rebî tu tirkan, ereb û farisan pir bike misilman û kurdan jî ji misilmaniyê bi dûr bixînî û hew!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)