SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Şerê Emerîka û Tirkiyê dest pê kir!

tirkSerokkomarê tirkaan hezretî Receb Teyib Erdoganê ku di tarîîxa Tirkiyê de kesî bi qasî wî gotinên çort bi emerîkî û ewrupiyan nekiribû, di demeke ku dîplomat û fermandarên emerîkî li Efrînê bi eskerên xwe ên kurd re di civînan de bûn, bi top û metilyozan li Efrînê û derdora wê girêda. Eferim, eha serok divê wilo xwediyê gotina xwe, bi cesaret û êrîşger bin!! ”Erras” ji misilmanên wilo re!

Ji şevê din ve şer dom dike û ji jêr û jor ve hêzên eskerî ha ha dikişin herêmê.

Nerîna min a di derbarê vî şerî de:

Wek ku min hîn ji serî de gotibû kurd divê PYDê destek bikin da Binxet nekeve destê DAÎŞÊ.  Ji bîr mekin ku tişt ji tiştan, ecêb ji ecêban, zalim ji zaliman mezintir hene. Daîş tirk, ereb û farisin bû. Û PYD çendî ji kurdan re nebaş baya jî, tu carî wê bi qasî a ku DAÎŞê di kurdan de bikiraya nedikir. Heger Binxet ketibaya destê DAÎŞê, îro li Binxetê ne kurd û ne jî bi navê kurd wê tiştek tunebaya! Zemên şanî me da ku ez di lênerîna xwe de rast bûm. Îcar îro çi dibêjim?

Zemên bi liv û tevgera xwedayên Rohilata Navîn, careke din bi me da zanîn ku emerîkiyan dev ji projeya xwe a Rohilata Navîn bernedane. Çend tiştên bingehîn hene ku ji bo emerîkiyan qed nabe dev ji herêmê berdin. Di herêmê de heger dewleteke kurdî çênebe wê tirk, ereb û faris pêşî kurdan û cihûyan, dû re xellkên din ji holê rakin û serêşaniyeke mezin bidin dinyayê.  Bi damezrandina dewleteke kurdî tirk, ereb û faris ji hêz dikevin, dewleta israîlê dijî û kurd di destên emerîkiyan de dibin zembereka zemên. Ji ber vê yekê divê her kurd di vî şerê ku ji şevê din ve rivîn daye bibin ardû. Yanî, di bin navê kê de dibe bila bibe, bibin eskerên Emerîkayê. Wekî din tu rê ji kurdan re nemaye. Divê bibin eskerê hinekan. Û ew hinek jî îro emerîkî ne. Kurd bi miletî dewra xwe a man û nemanê dijîn. Man û nemana kurdan hew ev çend meh û belkî jî çend sal mane, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)