SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Efrîn dewama planê Kerkûk û Şingalê ye!

tirko wehsetPiştî rayedarên emerîkiyên ku berê xwe dan tirkan û gotin, ”hûn dixwazin bigrin ser Efrînê, fermo biçin em têkilî we nabin”, li gora min diruvê cambaziya ku pêxwasên emerîkî û rûsî li ser Efrînê bi tirkan, faris, ereb û kurdên jar û hejar re dikin tam heşkere bûye.

Wilo:

Wek tê zanîn, piştî ku bi destên emerîkiyan li başûrê welêt kurd bi qasî ku doza serxwebûnê bikin xurt bûn, rayedarên tirkan, faris û ereban çend carekî li Enqerê, Tehran û Bexdayê li hev civiyan. Û hema piştî wan civînan ne bi gelekî, gajopij li kurdên başûrê welêt ket û Kerkûk û Şingal ji dest wan derket. Helbet emerîkiyan bi bertîleke mezin Kerkûk û Şingal ji bo demeke kurt teslîmî qesasên kurdan kirine. Belaş nedane.

Eha li ser Efrînê jî dîsa ev cambazî ye. Îcar di vê carê de bertîla herî mezin wê rûs ji tirkan bistînin. Tirk bi qasî ku dê û jinên xwe jî bidin rûsan, kurdan pîs bikin û Efrînê têxin destê hêzên Bişar Eshed ji ser xwe çûne! Tirk wê bi haweyê ku bertîleke mezin nedane rûsan û bê şêwira wan li Efrînê bixin. Dû re rûs YPGa ku li wir di bin kirasê wan de diliviya rakin, eskerên Sûriyê li wir bi cih bikin û li aliyê din jî tirkên tirek û virek li himberî kurdan wek qehremanan nav di xwe de bidin!

Ev senaryoyek bû min got. Lê divê em ji bîr nekin ku gelek caran, dengê şeran, rengê senaryoyan guhertine.

Gotina min a dawî:

Ne teslîmkirina Kerkûk û Şingalê û ne jî teslîmkirina Efrînê wê senaryoya emerîkiyan a Rohilata Navîn neguherîne. Ji ber ku heger tirk, ereb û faris ji hêz nekevin û kurd nebin dewlet, wê di hindurê 20-30 salekî de tirk, ereb û faris dewleta Israîlê ji holê rakin û bibin şahê Rohilata Navîn! Ev lênerîn na a min bi tenê, a cihûyan jî bi xwe ye, ewqas.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)