SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heger Efrîn û heger kurdên bakurê welêt!..

zeytunHeger li bakurê welêt kurd ji bo Efrînê derkevin kolanan û ha ha biqêrin, tirk wê qetilamê bikin! Bila ne xelk, birêvebirên HDPê derkevin kolanan û civînan li dar bixin. Û xelk jî bIçe li Efrînê şer bike û li Ewrupayê derkeve kolanan.

Heger Efrîn karibe hefteyekê li ber xwe bide, wê Dinya û Rûsya têkevin pêxêla hev û Efrîn nekeve destê rejîma Sûriyê!

Û bi çûna Nêçîrvan Barzanî a Tahranê re jî, wê emerîkî tam li kurdan xwedî derkevin; da kurd ji dest wan dernevin û projeya wan a Rohilata Navîn têk neçe!

Û a din, em her çiqasî xwe ji emerîkiyan dûr bixin û gotinên çort bi wan re bikin, dîsa jî ji emerîkiyan pê ve ên ku alî kurdan bikin tunene. Ji bîr mekin ku heger ne ji emerîkiyan baya, niha li başûrê welêt kurd tunebana! Niha ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)