SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Efrîn kare bibe Saîgona Vîetnamê!!

image-0-02-06-d820b9353540f60714c8c32230a8e3c14222db78c05efe60365e7f79f010bf43-V

Vir bajarê Saîgonê muzeyek e. Vîetnamî bi van çekên ku hûn bi wêneyê min re dibînin, şer bi artêşên Emerîkayê re dikirin.

 

Serokê Vîetnama bi nav û deng, Hoşimîn di dûmahîka şerê bi emerîkiyan re li Saîgonê derketibû pêşberî xelkê xwe yê ku bi sed hezaran lê civiyabûn wilo diqêriya:

”Hûn xelkê min ê ku bi tivnga xwe; ên ku tivinga wan tunebû bi şûrên xwe; ên ku şûrên wan tunebû bi dar, das, bivir, tevşo, sêgulîk, xilç û çakûçan xwe berdabûn qada şer û êrîşî emerîkiyên keleş dikirin, we  şanî zaliman da ku gava jar û hejar bibin yek, wê karibin devê zalimên herî mezin wek emerîkiyan biçirînin! Dîrokê ji we re tewirand, zemên ji we re li çepikan xist, mirovahî bi we ser bilind e, xelkê min ê tekoşer!

Di şerê me ê 21 salan de me 13 milyon kujtî, bi deh hezaran kujtiyên termwindayî, bi sed hezaran seqet û birîndar, bi bîst hezaran kesên felcbûyî, çavrijyayî û ewqas jî kerr û lal li dû xwe hiştin, lêbelê me dev û diranên zalimê dinyayê ê herî mezin pelixand û bi serxwebûn û azadiya welatê xwe re şeref û namûsa xwe bi dest xist!…! Tiştek, erê tiştek bi qasî serxwebûn û azadiyê bi rûmet tuneye!…”

Vîetnamî bi şerê man û nemanê rabûbûn ser xwe û welatê wan ê ku mîna Kurdistanê perçe perçe bûbû, giha hev û zir dewleteke ku îro ji nod milyonî pêk tê hat holê!

Heger em kurd bi rihê viyetnamiyên ku di şer de gîha, qarot, qaşilên daran û her wekî din dikelandin û dixwarin û bi kêrik û mêrikan xwe di tangên emerîkiyan de werdikirin bilivin, em ê bi hêsanî karibin Efrînê mîna Saîgona ku bûbû goristana artêşên Emerîkayê, wilo jî bikin goristana mehmetçîkên misilmanên teres! Bajarê Saîgonê mîna hêka qitikê di deştê de xuya dikir. Tew Efrîna me, bi çiya û bere jî.  Pevçûn! Xwîn bixwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)