SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

De ji xwe re li serokê tirkan binere bê çi zir misilman e!

Xelîfeyên Islamê El Ebû Bekir Ibin Hov, El Emer Ibin Yamyam û El Osmanê Ibin Bêbav di ber dengê vê Quranê re bi artêşên xwe ve ketin Kurdistanê, bi nav dinyayê de kişiyan û mirovahî talan û tajan kirin!

Osmaniyan çimekî dinyayê zeft kiribûn û di ber dengê vê Quranê re bazdabûn ser dê, keç û jinên kurdan û dinyayê!

Lêbelê vê carê, wê ne ew Qurana we a ku di helperk û gevzeka bi ser namûsa xelkên jar û hejar de baweşînk li  nav şeqên we dikir, û ne jî ew Xwedayê ku dest daye zilma we a bêsînor û hêsîrî wek pişka ezel li eniya miletê kurd daye, wê nikaribe rê li ber serhildana miletê kurd bigire!

Xedayên Rohilata Navîn biryara ku di bin banê Efrînê de kurd bi miletî li hev bicivin û ew û neyarên xwe ên herî pîsên dinyayê mîna qertelan di hev re bifirin dane!

Bila kesek mereqan meke. Efrîna ku îro dibe Saîgona Kurdistanê ne bi tenê ye. Kurd ji her çar perçeyên welêt û dinyayê ha ha ber bi Efrînê ve bi rêyan de ne. Pêşmerge jî di hewildanê de ne. Xwedayên me ên zalim ingilîz, emerîkî, frensî û rûsî wê alîkariyê ji ser Efrînê qut nekin; qut nakin da hevîr pir avê bikişîne,  nanên miriyên tirk û kurdan bi nişa bê ser sifreya wan û gep li ser gepan biwerimînin!

Pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)