SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PYD nahêle ku li Efrînê şer têkeve rûyekî netewî!

salihSerekên PYDê li himberî Rayedarên dewleta tirkên ku bi rengekî xefî desthilatdarên Îran, Iraq û Sûriyê jî dane pişt xwe û di şexsê PKKê de êgir bi ser temamê kurdan de dibarînin, hîn jî naxwazin netewî tevbigerin; naxwazin ku rêxistinên kurdan li Efrînê beşderî vî şerê man û nemana kuurdan bibin. PYDê ji serî de şer kiriye şerê ”dewleta AKPê” û PKKê. Di xwepêşandanên wê ên welatên Ewrupayê de ji navê Efrîn, deng û rengê  kurd û Kurdistanê bêhtir navê Ocalan û deng û rengê PKKê derketiye pêş. Ev pir xerab e!

Li aliyê din PYD rêna nade ku pêşmerge biçin li Efrînê şer bikin. Helbet Meshûd Barzanî wê nikaribe rasterast pêşmergeyan bişîne Efrînê. Ew yeka han bi navê ”Pêşmergeyên Rojê” ku wek pêşmergeyên temamê roavayê welêt tên zanîn dibe. Heger PYD rê bide, bi hezaran pêşmergeyên ku bi lez û bez biçin Efrînê axînê dikin oxîn hene!

Gotina dawî, heger PYD rê nede vî şerê ku neyaran kirine şerê kurd û tirkan û PYDê jî kiriye şerê PKKê û dewleta AKPê, wê Efrîn têk biçe. Û piştî têkçûna Efrînê jî wê berî her kesî mala birêvebirên PYDê bişewite.  Tirk bi haweyekî wê xwe û Bişar Eshed li hev bînin, û hema pê re jî  serekên PYDê ên ku bikujin, ên ku bigrin û ên ku teslîmî tirkan bikin.

Haho ji destê van apoyiyên alltax û hew!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)