SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heger hûn hîn xwediyê wî rihê Kurdistanî bin, Efrîn nakeve!

gerilaEskerên ku di tarîxa Kurdistanê de tu carî li çiyayê Cûdî û Herekolê ne bûbûn desthilatdar, bi xwevekişandina gerîlayan re, di van çiyan de biryargehên eskerî damezrandin. Ji çiyayê Finikê dest bi avakirina qereqolan kirin. Di vî çiyayê ku dibû çar çiq, çiqek ber bi Dihê, yek ber bi Şirnexê, yek ber bi Dêrşewê û çiqek jî ber bi Cûdî de dikişiya, esker bi cih bûn. Eskerên tirkan piştî ku pişta xwe qewîn kirin, kişiyan çiyayê Kêrêkiça û xwe dadan kiçiyan Vir bi zilmeke kesnedîtî di hindurê hefteyekê de safî kirin. Dû re ji vir bi yek bezê xwe avêtin çiyayê Çirçiro û berê xwe dan Cûdî. Gerîlayan li çend gundên ku di xewlecihên çiyê de mabûn, di qûntar, berwar û geliyan de tibabê du hefteyekê li ber xwe dabûn.

 

Hezar û pênc sed gerîlayî bi sîh û pênc hezar eskerî re şer dikir. Eskerên ku bidestxistina çiyayê Cûdî re tiştekî zêde ketibûn çav xwe, ji dest xwe çûn û nehişî bi çiyayê Zêrnîke û Hêrîmya ve hilkişiyan. Lê çawa kilkişiyan wilo jî perçên goştê canê wan bi dar û beran û taht û latan ve zeliqî man. Gerîlayan fen li wan kiribû. Herdu çiya jî bi Cûdî re ne dihatin wezinandin. Çiya mîna du girikan ketibûn çavên eskeran û gerîlayên ku sed hevalên xwe di şerê çendek berê de kiribûn qurbana vî şerê ku wê niha kiribana, herdu girik yekser bi kemînan rapêçabûn û bêdeng hinavên xwe dixwarin.

 

Eskeran bi rohilat re xwe çeng kirin çiyê û ketin hikmê kemînên gerîlayan. Wan çiqasî dengê xwe ne kir, ev ên din jî ewqasî pê de çûn, bi çiyê ve hilkişiyan û ref bi ref li vir û wir belav bûn. Piştî meş û tevgera seetekê bi vî haweyî, ji nişkê ve ji tîmên ku di bestik û newalên çiyê û di bin taht û latan, hindurê şikerên kufarî û qurmê daran de bi cih bûbûn, agir pijiqî û hawêrdor çiya hejiya. Serî li eskeran geriya û gerîlayên ku qaşo wê kemînên xwe bernedabana, lê germ bûn, mîna qertelan ji kemînan firiyan û xwe dadan wan.

 

Şer giran bû û çiqasî bi wir de çû erd û ezman hejiya. Dîsa agir bi çiyan, car û newalan ket û li dar û deviyan lîst. Top, arpicî, tematêk û metilyozan pozê zinaran firandin û bi newalan de latên herî mezin û cendekên keç û lawên bavan gindirîn. Li hev germ bûn û bi xezeb di hev re firiyan. Ji kelaxê esker û gerîlayan cokên xwînê herikîn, xwîn rabû û her derê mîna kulîlkê sor veda. Balafir hatin. Û bi dû wan de hema ne bi gelekî, helîkopterên skoskî. Lê ne balafiran û ne jî helîkopteran dikarîbû tiştek bikirana. Esker û gerîla ketibûn nav hev û dest bi dest li ser hev dikirin. Gerîlayên ku xwîna xwe xistibûn kevçî, li hin cihan bi xinceran xwe di himbêza wan werdikirin. Bi vî rengî gelekan xwe da kuştin. Di vî şerê ku mirov jin û mêr ji hev ferq ne dikir, jinan çarhawêr dilîlandin; mîna mêran nav di xwe de didan û bi mêran re xwe diavêtin ber devê çapiliyan. Ji van jinan guliyên gelekan bi dar û deviyan ve man. Kişiyan û di hev re derbas bûn, vekişiyan û xwe dadan hev û di nava êgir de lîstin. Pitîtkên xwînê li hewa firiyan û bi ser lûleyên xweşkêşan de hatin xwarê. Bêhna barûdê, goştê şewitî û porê kizirî, hawêrdor fûriya û di bêvila keç û xortên nuhatî de giha hev. Xiliyan. Xwe bi ser hev de guvaştin, bi gezan çûn canê xwe, tilî di birînan de rakirin, bi paçikan ber girtin, «bijî Kurdistan!» gotin û bi bombeyan ajotin ser çeperên eskeran. Ji gerîlayan dengê hewar û nalînekê jî bê çî ye ne dihat. Birîndarê ku ne ê mirinê bû jî, fîşek di serê xwe de berdida. Lê eskeran ew yeka han ne dikirin. Pirên wan li erdê dinaliyan. Şerê bi vî haweyî, heta ku reşayî kete erdê jî dom kir. Lê di qada şer de eskerên ku wê li ber xwe bidana ji xwe ne mabûn. Li dor çar hezarekî ketibûn herdu çiyan û hemû jî ya hatibûn kuştin û yan jî birîndar li erdê veketibûn. Lê heger fermandarê gerîlayan ne hatiba kujtin, dibû ku hejmara eskerên kuştî û birîndar li pênc-şeş hezarî jî sekinîbaya. Bi haweyê man û nemanê rabûbûn û bi qeweteke mezin hîn jî li ser lingan bûn. Asas govenda mezin dû re li dar diket. Pirên wan di şeran de pijiyabûn û bi ser de jî bûbûn reşkê şevê; wek gur lêdixist û hiltanîn. Şerê wan ê mezin wê bi reşayê re dest pê bikira. Wilo ji hev re gotibûn.

 

Eha ên me ew mêrxas in ku îro jî li Efrînê dîsa kezebên xwe kişandine û di mehmetçîkên teres lawên teresan de werdikin!

 

Pevçûn xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)