SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ku Efrîn têk biçe Kurdistan jî têk diçe!!!

efrinKu Efrîn têk biçe Kurdistan hemû zeft dibe, miletê kurd ji derb dikeve û di hindurê çend salekî de kurd tam dibin qereçî!

Bersiva ku Efrîn têkeve destê dewleta tirkan, çima wê Kurdistan têk biçe?

Bi hevokeke ji gotinên girover:

Di siyasetê de carina hin bûyer rû didin ku pêwîst nake mirov dîroka dîplomasiya dinyayê xwendibe û zanyarê zanista siyasetê be, da bûyeran ji hev vejenîne û di rewşê de bigihê. Wek nimûne:

Rayedarên dewleta tirkên ku cesaret ji berîberdaniya nav rêxistinên kurdan û xelkê wan stendine, bi dengê herî berz û bilind dibêjin, ”bi çi rengî ma be em ê herêma Efrînê ji kurdan paqij bikin û sê milyon erebên ku li Tirkiyê, li wir bi cih û war bikin….!”

Îcar di vir de tiştekî ku mirov, da bi dû vê lênerînê de çi bi serê kurdan de bê, fêhm neke tuneye! Heger hat û tirkan Efrîn zeft kirin, sê milyon koçberên ereb li wê navê bihêlin, hema sê sed hezar erebî jî têxin Efrînê wê pişta Kurdistanê biderize û di çend salekî de kurd bi miletî li erdê vepelixin! Erdnîgarî tê guhertin û di roavayê welêt de nifûsa ereban ji a kurdan pir pirtir dibe û ereb dibin cîranê kurdên bakur û başûrê welêt. Îcar kurdên ku li başûrê welêt bi erebên iraqê re cîran û li bakurê welêt jî bûne kund û pepûk, qey wek kurd karibin bîst salekî bijîn. Hew ewqas.

Eha ji ber vê yekê dibêjim, kurd çi dikin bila bikin, divê Efrîn nekeve destê tirkên misilmanên teres lawên teresan!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)