SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Du tişên ku divê sedî sed hema niha PYD bike ev in!

efrDu tiştên ku divê sedî sed PYD bike, da Efrîn ji dest dernekeve û qetilama ku bi serê kurdên êzîdî de hatibû vê carê jî bi serê kurdên misilman de neyê, a niha ev her du tişt in:

Yek: PYD bê devjenk û şert û merc,, destûrê bide pêşmergeyên Roavayê welêt ku barzaniyan ew perwerde kiribûn. Bi destûreke wilo re şer dibe kurdistanî.  Barzanî ji dil û can dixwazin ku PYD rê bide van pêşmergeyan. Îcar heger hat û PYDê rê da, bi hezaran wê pêşmergeyên ji vir û wir jî têkilî nav wan pêşmergeyan bibin û li Efrînê mîna qertelan di mehmetçîkên teres re bifirin.

Ji bîr mekin, ên ku Kerkûk teslîmî ereban kirin ne barzanî, hin rayedarên YNKê û Goranê bûn.  Û ew cehş jî ji bilî ku çireçir û qîjewîjê bikin pê ve wê tiştekî li xêrê ji Efrînê re nekin!

Dudu: Li ser girtina Ocalan bi sedan kurdan xwe şewitandin. Îcar dema ku ji bo Efrînê li pêşberî Parlamentoya Yekitiya Ewrupayê, di heft rojan de heft kurd xwe bişewitînin, wê doza kurdan bi serhildana Efrînê re bigihê qonaxa herî bilind û dinya dest bide miletê kurd! Viyetnamiyan di şerê xwe ê li himberî emerîkiyan de ew tişt kiribûn. Hindiyan jî li himberî ingilîzan xwe şewitandibûn.

Şerê li ser Efrînê bûye man û nemana kurdan! Kerkûk lingekî Kurdistanê bû û ew ling şikenandin; û li gingê Kurdistanê ê duduyan jî bûye Efrîn. Îcar heger hat û ew ling jî şikenandin, Kurdistan wê li qûn rûne û mîna jina ricmê bi kevirên misilmanên tirk, ereb û farisên teres re bi erdê re bibe nanik!

Pêşniyara min ev e, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)