SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heger Barzanî bi van re şer neke!

berham-salih-goran-ve-komel-5-maddelik-ortak-bildiriHeger ji niha ve Barzanî û  temamê kurdperweran bi pevçûn li dijî biryara tifaqa rayedarên Goran û Komeleya misilmanên serrbir ku digel Heşda Şabî re dixwazin têkevin hilbijartinên gelêrî, dernekevin û kirasê xwe neçirînin, di pêşerojê de em ê hemû wek jin û mêr di destên van pîberan de heta bi ji derpîyê xwe jî bibin!

Tifaqeke bi wî rengî, doza kurdî bi carekê ve dixe hesarê. Dijminên kurdan ên herî barbar bi haweyên qanûnî veguhêzî başûrê welêt dikin. Yanî dijminên ku li ser kokak kurdan dilîstin dixin malên kurd û şirîkên wan û her tiştî!

Xuya ye ên me asas şerê kurdayetiyê ji bîr kirine. Hûn gelekî bûne bajarî, karmend û karsaz. We li Şingalê li ber xwe neda. Erê, hema heger we du rojekî li ber xwe dabaya, wê ew xelkê me ê jar û hejar bi vir de û wir de reviyaba; neketa nav lepên erebên yamyam û di kuç û kolanên gund û bajran de bi hezaran hinavên dê û jin û keçên me talan nebana!

We li Kerkûkê, li Xaneqîn û Xurmato hîç li ber xwe neda; we her tişt li wê navê hişt û hûn reviyan! Dû re çawa bû? Ha ji xwe re li rewşa xwe a kambax binerin! Giriyê guran bi halê we tê!

Gotina dawî:

Li gora têgihiştina min, hîn jî dibe! Hîn jî nedereng e! Hîn jî mirov kare dev û diranê wan cehşan bipelixîne! Nîvê hezarî pênc sed e, û ji destê wê reva we, îro ew pênc sed jî bi we re nemaye! Sibe dibe dereng. Ku bû dereng, wî çaxî jî ji ax û keseran pê ve tiştekî ku mirov bike namîne, hevalino! Ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)