SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

ENKSê bi xwe de anî!!

ENKsENKSê bi xwe de anî!

Rayedarên ENKSê bi yek devî di televizyon, rojname û civatan de bêyî ku ruyê wan ji min û te û vî û wî biêşe, ha ha dibêjin heger ne ji YPGê ba, tirkên ku dixweztin sînorên xwe biparêzin êrîşî ser Efrînê ne dikirin û kurd nedihatin kujtin!

Yanî dibêjin ku berpirsyar û sersebebê vî agirê ku çar hawêr bi ser xelkê herêma Efrînê de dibare ne rayedarên dewleta tirkan, YPG bi xwe ye! Bi we nakeve!

Biryardarên ENKSê ji hinekî pirtir tam bi wir de diçin û dibêjin; YPG divê dev ji şer berde, Efrînê teslîmî tirkan, yan rejîma Haviz Eshed, yan jî kî dibe bila bibe bikin û ji wir derkevin, da xelkê me neyê kujtin. Bi kurtî, projeya ENKSê a ji bo şerê li ser Efrînê ev e.

Waweyzê, de ji xwe re li aqilê siyasetgerên me ên ku bi serokên dinyayê re qaşo rûdiniştin û zilm û zora li ser kurdan ji wan re li qelemê dixistin, binerin!

Birêvebirên ENKSê heta berî şerê li ser Efrînê jî bi vî aqilê xurifî nedifikirîn.

Yanî niha bi rastî hûn difikirin ku YPGê ji Binxeta jina erebên misilmên, bi çend hezar şervanên xwe ên bi keleşkof û hwd. êrîşî Serxeta jina tirkan kirine, û tirk jî ji bêgavî bi teng û top û balafir û bi bîst hezar mehmetçîk û çeteyên ku li her derê welêt hinavên dê û jinên kurdan talan dikirin, ha!

Ê ne niha hûn nizanin bê  dilê min ji we çiqasî  li hev ketiye! Ez xwînvedirşim! Êdî deftera we jî hat girtin hevalino. Pêşniyara min, ji bo ku hûn hîn bêhtir piçûk nebin, bi carekê ve ji bajarên tirkan derkevin û li başûrê welêt bi cih bibin, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)