SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Kurdistan ferman e û kurd jî hemû di hevda ne!

turkFermana vê carê qed û qed wê neşibe ”Fermana Mala Eliyê Ûnis, Mala Nêsir, Mala Eliyê Ehmed û serhildana Elîkê Betê, Hemê Gozê û bi hezaran mêrxasên kurdan a li himberî fermanan!”

Ev ne bi tenê fermana barzanî, talabanî û apoyiyan; û ne jî bi tenê fermana miletê kurd e! Ev fermana ku misilmanên teres lawên teresan ji Efrînê miletê kurd dane ber xwe, fermana Kurdistanê ye! Bi vê fermanê êdî Kurdistan wê nema bizê, bizê jî wê bêjiyan bîne. Yanî ji şilindirên tirk, ereb û farisên ku wê bikişin nav şeqên dayika kurdan tirk, ereb û faris çêbibin!

Erê, bi tenê hew şensekî me maye! Yekitî! Yan jî tifaqî. Yanî em nikaribin bibin yek, em karin li ser xetên qalind tifaqiyekê bi hev re çêbikin!

Zemên bi şerê ku li Iraq û Sûriyê ereb û ereban û li Tirkî, Îran, Iraq û Sûriyê misilman û misilmanan çi afatî bi serê hev de anîn, pir zelal şanî me da ku tirk, ereb û faris çendî qira hev bînin jî, di dawiyê de li himberî kurdan her yek û yek in!

Erê, bi tenê hew şensekî me maye! Yekitî! Yan jî tifaqî!

Kurdistan keştiyek e kurdî ye û ev keştî jî di nîvê Okyanûsê de qul bûye. Û heger ev qul bi kelaxên ji me hemiyan neyê girtin, wê keştî binav bibe û yek ji me jî sax nefilite!

Erê, bi tenê hew şensekî me maye! Yekitî! Yan jî tifaqî!

Tirkan, ereb û farisan, rûs jî dane pey xwe, bi hemû haweyî a xwe li kurdan kirine, da derba dawî li kurdan bidin û doza kurd heta bi heta vemirînin!

Îcar heger hat û di Efrînê de kurd bêdeng bûn, kîjan kurd dibin bila bibin, tirk, ereb û farisên ku bi milyonan wê ereban derbasî herêmê bikin, demografiya Binxetê bi carekê ve wê bê guhertin. Û ku Binxet bû ereb, Serxet ji xwe bûye tirk. Başûrê welêt tam dikeve hesarê; û wî çaxî jî temamê petrola Kerkûk, Xaniqîn û Mûsilê jî a Barzanî û talabaniyan be, wê tu carî nikaribe wan ji xezeba tirk, ereb û farisan biparêze û ji qirkirina malbatî û herêmî rizgar bike, ewqas!

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)