SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kurdan tirk û gerîla jî mehmetçîk tevizandin!

efrinBi zarekî din, kurdan û gerîlayên wan di şerê li ser herêma Efrînê de namûsa dewleta tirkan û mehmetçîkên wan teneke kirin! Çima vê gotina herî bi namûs û herî insanî  ne çendeyeke berê, lê niha dibêjim?

Ji wê roja ku tirkan, ereb û farisan û heta bi rûsan jî êrîşî ser Efrînê kiribûn û heta roja îro, ji bilî ku ez telefonî vir û wir dikim, di hema demê de û bi hev re, li pênc kanalên televizyonan jî dinerim. Yek erebî, yek farisî, yek tirkî û duduyên din jî Rûdaw û Ronahî ye. Di kanalên tirkan de, mîna rojên dest pêka êrîşbaziya wan, êdî ew geftxwarin, zirt û pirt, ken û helperk û govend nemaye. Ji ruyê televizyonên wan ji şînê pê ve êdî tiştek din naherike! Eferim ji ên me re! Ên me eha ew şêr, piling û beraz in, ha!

Çengekek şerkirên me, ji lehiyeke şerrevên me û temamê dinyayê re peyitandin ku gava kurd bi miletî xwe bidin ser hev, wê karibin Kurdistaneke ku sînorê wê bigihê heta bi ber Şam, Bexda, Îran û Enqerê jî  damezrînin!

Niha ewqas!

Pevçûn! Şer! Liberxwedan! Xwîn bi xwînê!

Herbijî şer û pevçûn û liberxwedana mêrxasên me!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)