SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Efrîn çawa bi dawî dibe?

ypgJi aliyekî ve her çiqasî du serkêşên rayedarên dewletên dinyayê ên barbar emerîkî û rûsan, û ji aliyê din ve jî tirkan, ereb, îran û rûsan li ser pêşeroj û paşeroja Efrînê li hev kiribin û bi rengekî hovane tirk berdabin pêxêla kurdan, dîsa jî asas a ku Efrînê derxîne ronahiyê liberxwedana miletê kurd a li ser Efrînê ye! Pevçûn, şer û liberxwedanên gelêrî, ji bilî biryarên demkî, stratejiyan jî diguherînin! Di şerê Lenîn û Çar, û bi taybetî jî di şerê Cîhanê ê Yekem û duyem de nimûneyên vê yekê pir in!

Pêşî divê bibêjim çawa ku mirovahî heta dinya hebê, wê qehremaniya gerîlayên PKKa ku li Şingalê kelaxê xwe ji zêç û zarên êzîdiyan re kiribûn mertal û bi keleşkovan êrîşî ser teng û topên DAÎŞa tirk, ereb û farisan dikirin, wilo jî wê ew mirovahî vê qehremaniya gerîlayên PKKa bi navê YPGê û YPJê tu carî ji bîr neke,  cendekê wan di qûnaxên zemanan de himbêz bike û weke dergahên tewafê bi bîr bîne! Eferim!

Efrînê kefen qetand. Efrîn êdî a kurdan e.  Li gora gelek siyasetgerên dinyayê ên bi serketî, xuya bûye ku kurd jî di Rohilata navîn de êdî bûne kelem. Bi kurtî, di van çend rojên bê de rewşa Efrînê baştir bibe!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)