SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Qaşo ew jî dezgehên me ên zanistê ne!!

Çendeyek berê li Elemanyayê bajarê Berlînê KOMKAR, YEKMAL, Enstîtuya Ziman û Çanda Zazakî, Navenda Kurdî û Insîyatîfa Azadî a Dêrsimê, li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê (DMME) civîneke bi qîjewîj li dar xistibûn. Sebeb jî çima ku dadgehê elfabeya kurdî û tirkî ji hev cihê kiribû û mafê ku dewletê di elfabeya xwe de cih nedaba tîpên kurdî dabû.

Îcar bi qasî ku em lê hayî bûne, ev dezgehên me ên ku ji aliyekî ve bi xwe nizanin bê çiqasî bûne tirkparêz û ji aliyê din ve jî qaşo xwe wek qutba zimanê kurdî dibînin û bi xwe jî hîn ne bi qasî gundiyekî bi kurdî û ne jî bi qasî xwendekarekî 17 salî bi giramera kurdî dizanin, lê dixebitin ku tew vê carê jî xwe tam bidin ser hev, berê xwe bidin Burukselê û ji wir temamê dewletên ewrupî protesto bikin.

Qey bi rastî kesek di me kurdan de nemaye ku şîretekê li van bike! Kesek tune ku ji wan re bibêje ma dibe ku mirov van tîpên krîliya rûsî têxe elfabeya kurdî ku heta tirk jî tîpên kurdî têxin elfabeya xwe? (а, у, о, ы, э, я, ю, ё, и, е  в, г, д, ж, з, й, к, л, м, н, п, р, с, т, ф, х, ц, ч, ш, щ)

Li gora dezgehên me ên ku jîr û zanahî ji wan dipijiqî, elfabeya tirkî jî mîna a kurdî bi latînî bû, îcar ma çi xem dikir ku Î, Û, Ê, Q, W, Xa kurdî jî têketana nav a wan?

Waweylê, dibê qey hemiyan jî bi guhên xwe nan xwarine!

Gelo di elfabeya kîjan miletî de ev tîpên elfabeya latînî û li elfabeya latînî zêdekirî hemû bi hev re hene ku heta ên kurdî û tirkî jî hemû bi hev re hebin?

A B C Č Ć Dž Đ E F G H I J K L ß M Nj O P Æ R S Š ɛ T U V Z Ž Ü Ş Ö ÇĞX Q W æ Ê Î X Å Ø Ñ Ä……

Û bi ser de jî zimanê tirkî Altay û ê kurdî jî Hind-Ewrupî ye!

Bi kurtî, li cihê xwe rûnin û ewrupiyan bi me nehisînin da nizanibin ku hûn ew ên herî nezan bûne sersemyanên zimanê me jî; ji xwe we bi wê civînê û nivîsa ku we di derbarê biryara dadgehê de belav kiribû xwe hetikandibû.  Îcar şikiriya xwe bi biryara ku dadgehê elfabeya kurdî û tirkî ji hev cihê kiriye bînin. Endamên dadgehê bi rengekî kubar di şexsê elfabeyan de, kurd û tirk du miletên tam bermeqlûbî hev dîtine û ji birêvebirên rêxistin û dezgehên kurdan re gotine hinekî ji ber xwe fedî bikin, hûn ne kêmî tu kesî ne, hinekî zilam bin û dev ji vê tirkayetiya xwe berdin; çi şerefa wan kurdên ku zarokên xwe hînî tirkî dikin û zarokan ji zimanê kurd bi dûr dixin heye? We her tiştê xwe kiriye bi tirkî, elfabe mabû hûn dixwazin wê jî bikin bi tirkî, hey xwelî li serê we be! Dadgehê bi wê biryara xwe a delal ev ji kurdan re gotiye.

Erê, îcar derewan li dadgehê nekin û nebêjin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê tîpên kurdî qedexe kirine û kurd zorgayî tirkayetiyê kirine! Bê çi eyb e û hew!
________________________________________________________________

Jêdera nivîs û civîna di derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê de

 

’’Biryarê ’x.w.q’ yê DMME-yê, ne biryareke heqane ye’’
Nivîskar: rizgarionline Di: 14.02.2010 Sehet: 02:32
Ji aliyê rizgarionline

Rizgarî Online/ Dezgehên kurd yên li Berlînê ên wek Enstîtuya Ziman û Çanda Zazakî, YEKMAL, Navenda Kurdî, KOMKAR û Înîsîyatîfa Azadî ya Dêrsimê li ser biryarê ’x.w.q’ yê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) civînek hevbeş lidarxistin. DMME-yê beriya demekê maf dabû Tirkiyeyê ku di nasnameyan de tîpên kurdî ên wek ’x.w.q’ dikare neyên bikaranîn.

Li Tirkiyeyê beriya demekê du Kurdan ji bo ku navên zarokên xwe bi tîpên kurdî di nasnameyên wan de bên nivisandin, serî li meqamên têkildar yên tirk dabûn û ev daxwaz nehatibû pejirandin. Ji ber vê yekê her du Kurdan ev biryar biribû DMME-yê. DMME-yê jî çenda borî biryar dabû û qerarê Tirkiyeyê di cîh da dîtibû.

Li ser vê yekê, çend dezgehên kurd yên li Berlînê, di bin înîsîyatîfa Enstîtuya Ziman û Çanda Zazakî de ( Înstîtutê Ziwan û Kulturê Kirmancî (zaza)-IKK e.V.) li avahiya YEKMAL-ê hatin cem hev û bi belavoka jêrîn nerazîbûnên xwe anîn ziman:

Hevalên hêja,

Wek hûn jî dizanin, çend roj berê Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrupayê, di derheqa alfabeya kurdî de biryarek gelek muhim girt. Dadgehê di pêkanîna çend herfên alfabeya kurdî de helwesta Tirkîyê cîh de dît, bi gotinek din qedexekirina herfên „x“, „w“, û „q“ tesdiq kir.

Bê guman ev biryar, biryarek polîtîk e, skandalek mezine. Dadgehê, bi vê biryarê, mafên mirovî girtine bin pîyan û ew pelixandine. Piştî vê biryarê, êdî heqa Kurdan tune ku bi zimanê xwe tekstek piçuk jî binivîsin, didin dezgeh û saziyên resmî. .
Gor dîtina me, ev buyer, buyerek wusa nîye ke meriv muhim nebîne û bêdeng bimîne. Wek organîzasyonên Kurdên Berlînê, em dikarin çi bikin? Ji bo bersiva vê pirsê hewceye ku em di civînek de werin gel hev û li ser pirsê qise bikin.. Em hêvî dikin ku hûnê beşdar bibin ku em bikarin pirsgirekê bikin rojeva xwe û li ser bidin û bîstînin.

Bi silavên germ
Îsmet Siverekli
Bi navê Komîta Karger a ÎKK yê ra

Rizgarî Online/Yado Ciwan

 

 

Dadgeha Mafê Mirovan û…

05 Şubat 2010 Yazan Admin  
Kategori Amed Tîgrîs, Mafê Mirovan, Nivîskar, Ziman

Şirovê Bike

Dadgeha Mafê Mirovan û biryara “Q,W, X

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara dadgeha tirk a nijadperest li dij zanyariyê rast dît û pejirand. Wek tê zanîn li Tirkiyê tîpên wek “Q, W” û “X” qedexe ne.

Dadgeh, hukumet, dem û dezgehên tirkan dibêjin ku di alafabeya me de ev tîp tunine û ji ber vê yekê ev qedexe ne.

Ji ber ku ev tîp di alfabeya kurdî de hene, dadgehên tirkan van tîpan qedexe kirine. Ji bo van hersê tîpan heta niha gelek navên kurdî nehatine qebûl kirin û navê zarokên kurdan di nifûsê de nehatine qeyd kirin. Herweha ji bo van tîpan gelek rojname û kovar hatine girtin û rojnamevan û nivîskaran kurd girtine û avêtine girtîgehan.

Li ser van biryar û kiryarên dadgeh û demû dezgehên Tirkiyê, kurdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz vekiribû. Di roja 02.02.2010an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê du biryarên girîng da. Yek jê ev bû ku alewiyan serî li Dadgeha Mafê Mirovana Ewropayê da bû ku di nasnameyê de dîn neye nivîsandin. Ev mirovan krîmînelîze dike û bêdadî ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vê daxwaza alewiyan rast dît û biryar girt ku divê li Tirkiyê li ser Nasnameyan dîn neye nivîsandin. Lê doza tîpan a ku kurda serê lê dabû mixabin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî wek biryara dadgeha Tirkan qebûl kir. Dadgeha Mafê Mirovan got ku “rast e di alfabeya tirkan de tîpên “Q, W” û X” tune ne û divê ev tîp neyên nivîsîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke ne zanyarî, lê biryareke sîyasî û şaş da. Rûreşiya herî mezin ev e ku tîpên “Q, W” û “X” di alfabeyên Ewropiyan de hene. Hem jî di çend zimanê ewropî de, di hemû zimanên ewropî de hene. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi van tîpan biryara xwe nivîsand. Din av vê biryara wan a şaş û derew de gelo çend ji van tîpan hebûn? Ka mirov orjînala wê biryarê bigre û dı nav wê biryarê de bijmêre çend “Q,, çend “w” û çend jî “X” hene?

Dewleta Tirk rojana di TRT6 de bi kurdî weşan dike. Gelo bi kîjan dîpan dinivîsin û dixwînin? Bi dehan di kanalên tirkî de rojê bi dehan reklamên malê ewropiyan dikin, di nav wan de ev hersê tîp jî hene. Lê hezar mixabin dema dibe doza kurd û zimanê kurdî ne kurdî heye, ne kurd heye û ne jî tîpên kurdî hene. Çi cîhaneke durû û rûreş e. Berjewendiyên şexsî, komî û netewî; rastî, dadmendî û wijdanê binpê dike. Bi kurtî mirovayetî dibe goriya berjewendiyan.

Divê kurd dev ji vê dozê bernedin û vê biryaya şaş a li dıj rastî û zanyarîyê carek din bibin Dadgeha Mafê Mirovan. Bêjin bo ku hûn dilê tirkan xweş û dilê kurdan reş bikin, hûn alfabeya xwe jî înkar dikin. Ka li alfabeya latînî ya orjînal binêrin ev hersê tîp têde hene an na? Alfabeya latînî ya orjînal niha a telefona destan (cêban) e. Ka ji kerema xwe re li telefona xwe binêrin!? Belê tu jî ha, yê/a ku niha vê nivîsê dixwînî, li telefona xwe binêre! / e-wêje

Ji malpera: Welatperwer

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)