SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Îcar yanî niha ne we ev zarok şewitandiye ha?

Li gora jêderên apoyiyan li Semsurê xortikek bi navê Mislim Dogan, piştî ku beşdarî civîna çapemeniya apoyiyan a di derbarê protestokirina girtina Ocalan de dibe, hema wilo ji nişkê ve mîna ku erd veqelişe û Mislim tê re here xwarê nebedî dibe; û pişt çend rojekî jî termê wî ê ku bûye qirik li derveyî bajêr li xewlecihekî di bin berqefekê de tê dîtin! Di van her çend rêzan de xuya dike ku şewata lêwik bi şik e!

 Dîsa li gora jêderan, Mislimê ku ”eşqa Ocalan” li serî xistiye berî xwe bişewitîne, bi destê xwe zir nameyekê jî li ser ku bê çiqasî heyranê Ocalan e dinivîsîne. Di van herdu rêzan de şika şewatê diçe ser apoyiyan. Hîn heye.

Jêdera xebera şewatê tam apoyî ye û xebera şewatê jî ji haweyê înformatîv û liberketî bêhtir, bi haweyê ajîtetîv û dilpijokî hatiye nivîsandin. Di vir de jî şewat bi şik xuya dike.

Îcar şika herî mezin, madem lawik li ser neheqiya ku bi Ocalan re hatibû kirin, bi şewata canê xwe protesto dike û li her derê dinyayê jî karên protestoyî darîçav û li cihên herî qelebalix dibin, ev lawik çima ne di dema daxuyaniya çapemeniyê de, lê li xewlecihekî û di bin berqefekê de xwe dişewitîne?

 Mirov dikare hîn pir bibêje, lê bi van çend gotinan jî mabe pir vekirî xuya dike ku tiliya apoyiyan di şewata lêwik de heye. Him ji devê gelek kesên ku ji apoyiyan veqetiyane, gelek caran hatiye nivîsandin ku pirên şewatên li ser Abdullah Ocalan, bi destên ”hevalan” bûne.

 Ha divê em vê jî bibêjin da heval baştir bibihîzin:

Li zindana Diyarbekira di salên 1981,82  83an de, mehmetçîkan gelek caran bi gelek girtiyan bi darê zorê dane gotin û imzekirin ku girtiyê kujtî ji renzê de ketiye û miriye. Û herçi renze bûn jî bihustekê ji erdê bilind bûn. Yanî girtiyê kujtî hêk e, hêk ji renzeyê dikeve û dişke! Îcar ev jî ”heval”in, wilo bi hêsanî dikarin bi xelkê bidin daqurtandin ku bi rasî jî vî lawikê 17-18 salî ew zir nameya han nivîsandiye. Gelo bala we jî nakşîne, xortikekî 17-18 salî berî ku xwe bikuje, çawa dikare nameyeke ewqasî dirêj binivîsîne? Nivîsandibe jî, îcar çawa dikare ewqasî gotinên mezin, bi teqil, girover û bi rêk û pêk binivîsîne? Mirovê xwediyê nivîseke ewqasî têgihiştî, sedî sed wê xwe nekuje! Qesas xuya ne, lê xuya be wê bibe çi? Ji destê bi tenê deng nayê!

 Bi kurtî, li tu derê dinyayê nehatiye dîtin û bihîztin ku zarokan xwe li ser tiştên siyasî, û tiştên din jî şewitandibin; û li Kurdistanê jî zarok bûne qudret û fezîleta mezinan û di warê siyasî de ha ha dikarin xwe bişewitînin!

Bang: Kurd ji şewata vî zarokî divê derzê bistînin ku Konseya KCKê dixwaze Ocalan bike Dehaq û her sal di 15ê sibatê de çend zarokên kurdên jar û hejar, bi ser Ocalan de bigerînin. Îcar eman eman, di temamê meha sibatê de zarokên xwe bernedin derve û 24 seetan li ber wan bin, ewqas!

 Jêdera xebera bi tirkî:

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)