SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Piraniya birêvebirên PDKê û YNKê bi vî karê kotî re ne!

Li gora jêderên EuroKurd Human Rights: “Li Herêma Kurdistanê bi gistî hejmarek mezin ji jin û keçan hatine sûnetkirin. Li hinek deveran hejmara jinên hatine sûnetkirin gihiştiye ji % 80 î.  Li aliyê Hewlêrê ji % 63, li Silêmanî ji % 78 û Germiyan ji % 81 sûnet bûne.”

Û li gora me jî ew yeka han tê maneya ku birêvebirên PDKê û YNKê bi xwe serkêşaya wî karê lewitî dikin!

Di her çima?yê de sebebek û sersebebeke diyar, di pişt her sebeb û sersebeba diyar de pir sebeb û sersebebên nediyar hene û ev hemû jî di dûmahîkê de xuya dibin. Sebeb û dûmahîk, ji bo her kesî, di têgihiştina tiştan de du tiştên herî girîng in ku nahêlin mirov bi a hestên xwe, bi a aqilê xwe bike û tevbigere. Lêbelê dibe ku her kes sebeb û sersebebên bûyeran nebînin û ji jêderka bûyeran fêhm bikin, lê qed nabe ku her kes, piştî ku bûyer digihê dûmahîkê û vê carê jî ji dûmahîkê fêhm nekin. A diyar, çi rast çi xwar û çi qenc çi xerab, wek dûmahîk li pêş çavan e.

Îcar mixabin digel wêqasê jî, hin siyasetger û ronakbîrên me ên sûndxwarên siyasetgeran naxwazin ji sebeb û dûmahîkan fêhm bikin, çawa ku li hesabê wan tê, wilo diqurquçînin û dibêjin.

 Birêvebirên PDKê û YNKê û ên din li himberî sunetkirina keçan çima ewqasî sistovîstîn e?

 Dema me li daxawzên mêran ên li van welatên ku keç lê sunet dibin nerî, (Gîne, Gana, Cad,  Sudan, Uganda, Senegal, Benîn, Burkina Faso, Erître, Etyopya, Liberya, Siera Leone, Kenya, Mali, Moritanya, Nijer, Nijerya, Tanzanya, Mısır, Yemen, Urdun, Umman, Gazze, Iraq, başûrê Kurdistanê), bi hêsanî em ê bibînin jî bê mêran çima sunetkirina keçan li civakê rast kirine û hiştine ku ew sunetkirin êdî bibe urf û adeteke civakê ê herî girîng. Li van welatan û bi taybetî jî li Gîna ku ji %98ê jinan sunetkirîne, mêr xwedî du-sê jin in.

 Ku em bi tenê hew sebebeke dûmahîka ku li başûrê Kurdistanê piraniya desthilatdar, zirtek, pêxwas û dewlemendên wê ji zû de xwedî sê-çar jin in bibêjin.

Li gora doktoran keça ku  klitorisê wê jê bû (gilik), heta ku sax be wê tu carî pê xweş neyê û tiştekî ji hinera ku bi seksê radibû fêhm neke. Ev doktor wilo dibêjin. Doktor gelek tiştên din jî ên ku bi jêkirina gilikê re diçin û jin pê pûç û pîs dibe dibêjin.

Îcar dema ku mirov hema bi tenê ji gotinên doktoran ên di derbarê seksa jina sunetkirî de bi rê ket, mirov wê vekirî bibîne ku mêran bi wî karê xwe ê zalimane, çavlideriya ”namûs”a xwe tam garantî kirine. Ma ne ji xwe, jina dema ku bi kê re jî seks kir û pê xweş nehat, wî çaxî jî wê ji mêrê xwe pê ve çima bi hin din re bike. Jina sunetkirî wek mêrê xesandiye. Aha tam di vir de, ji mêran re dibe meyra bi kereng. Ger mêr mîna melekên siûdiyê bibin xwediyê du sed-sê sed jinî jî, dîsa wê çavên yekê ji wan ne li der be. Yanî namûsa mêr, ji hew bêhtir di ewlekariya şerefa mêr de ye!

 A dawî, heta ku birêvebirên PDK û YNKê ên li gund û bajaran dest ji çavlideriyê û anîna du-sê jinan bernedin, wê rojek bê ku li başûrê Kurdistanê jineke nesunetkirî tunebe û her mêr bûye xwediyê çar-pênc jinan! Di vê dewra han de û bi haweyên qanûnî bibe mêrê çar jinan, ha! Mirov wek kurdekî bîrwir ji ber wan çiqasî fedî dike!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)