SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê mîna van ên ku li ser qedexeya zimên diqîrin û dû re jî diçin malê bi jina xwe re bi tirkî dikenin, bike!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê mîna serekên kurdên bakurê welêt bi tirkan re bi kurdî û bi kurdan re jî bi tirkî bipeyive!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê mîna serekên PKKê li ser kurdayetiyê kurdan bide dû xwe û dû re jî kurdan hînî tirkî bike!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê mîna rêxistinên kurdên bakurê welêt, Tirkî û Kurdistan li derahan, li her derê dinyayê jî kongre, panel, civîn, semîner û mitîngên xwe bi tirkî li dar bixe!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê mîna xelkê kurdên herçar perçeyan zorî nede birêvebiriya PKKê û jê re nebêje ev çi zimanê tirkî, stranên bi tirkî, quzelqurt û filan û bêvana bi tirkî ye ku we li me rast kiriye, hi!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê bi dêya xwe re bi kurdî bilorîne û bi jina xwe re jî bi tirkî bistirê!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê bi jina xwe a ewrupî bi zimanekî ewrupî, bi zarokên xwe re bi tirkî û bi hin hevalên xwe re jî li ser ku ”ev kurd çima nabin insan” bi kurdî bipeyive!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê bibe jina tirkan û carcarê jî bibêje di wexta osmaniyan de bavê min kurd û diya min tirk bû; û ez pê pir serbilind im ku ez îro jina mêrekî tirk im û  biratiya du gelan bi hev dizeliqînim!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê bi tirkî bipeyive û bibêje ”ma çi ferq dike, ha tirkî, ha kurdî!” Ku dibê ferq nake, jin mê ye û mêr jî nêr e. ma dibe mirov bi miletî nêr û mê be, hi?

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê kitêbên xwe ên bi kurdî wergerî tirkî bike; da çend kesên ku kitêbên kurdî dixwendin jî nema bi kurdî bixwînin!

Gava bêvila mirov neşewitî û mirov xwe piçûk dît, mirov wê mîna ew ên ku di pankartên xwe de nivîsandine ”ez kurd im, perwerdeya bi kurdî dixwazim” ji tirkan daxwaz bike û zarokên xwe jî bişîne xwendegehên tirkî! Ûhwd.

 Kurdayetî, pêşî ji nav û paşnav, xwendin, xeberdan û liv û tevgera bi kurdî destpê dike! Û mirovê herî bêşeref û kurddijmin jî ew e ku nehiştiye û lê nesebibî ye zarokên wî hînî kurdî bibin û bi ser de jî bi kurdan re bi kurdî bipeyive, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)