Aha ev nebû!
Aha ji vê re mirov dikare bibêje ”porovakatorî!” Di vê dema ku serokwezîrê Tirkiyê devê generalan diçirîne û zorî daye girtina wan, nabe ku mirov şekala xwe di serokwezîr de werbike. Helbet hikûmet perçeyekî dewleta tirkên ku êgir li kurd û Kurdistanê dibarîne û Receb TeyibErdogan jî serokê wê hikûmetê ye û li hindama kurdan mirovekî gunehkar e. Lê ev hemû tiştekî din e. Di pevçûnan de mirov carina divê zanibe bêhnê bide dijminên xwe ên ku li dijî dijminên mirov û insaniyetê ên herî mezin di pevçûnê de ne.
Li Rohilata Navîn ji kemalîzm û baasizmê mezintirîn dijminê kurdan û insaniyetê tiştek tuneye. Binpkirina van herdu zihniyetên zalim li fêda her kesî ye. Û serokwezîrê tirkan û hikûmeta xwe çawa ku dijminahiyê bi kurdan re dikin, wilo jî bi kemalîztan re dijminahiyê dikin. Ev tiştekî pir baş e. Îcar nabe ku kurd vî aliyê hikûmetê jî nebînin û li welatekî wek Spanyayê sola xwe di serokê wê hikûmetê de werbikin.
Ev xebereke nexweş bû! Ew karekî li dijî kurdan bû û hew!
