SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Tirkiyê desthilatdariya generalan têk diçe!

Li Tirkiyê di navbera misilmanên ku di şexsê AKPê de bûne şirîkên dewletê û kemalîztên ku ji damezrandina dewletê û vir ve mezinê dewletê bûn, şerekî ji hew bêhtir mezin heye û em jî bi tenê çend aliyên vî şerî dibînin. Ev şerekî wilo dijwar e ku heger ne ji doza kurdan bûya, AKPa ku li parlamentoyê xwedî qeweta ji %83 dengan bû, ji zû de wê sîstem guhertiba û pîvaz bi generalan hûr kiribaya. Lê mixabin ji ber ku ew jî wek tirkên din hemiyan dijminê riknê miletê kurd bû û li Kurdistanê bi generalan re li dijî tevgera kurdî li hev kir, di pevçûna xwe de likumî û temenê sîstema kemalîzmê jî dirêjtir bû.

 Bi kurtî, bi binçavkirina 40-50 eskerên ku di wextekî de bi rêya artêşê agir li her derê dibarandin û li himberî wê yekê jî civîna ku sererkanê artêşê Îlker Başbug bi generalên xwe re li dar xist, xuya ye êdî sêl sinciriye û her çiqasî bi wir de here wê bêhtir bisincire!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)